Li Çorûmê heta hilbijartinê navber dan xwendinê!
Ji bo projeya jiyana nû ya HDP'ê ji gelê Çorûmê re vebêjin, 11 ciwanên li Zanîngeha Hîtîtê dixwînin navber dan xwendina xwe û tevlî xebatên hilbijartinê bûn.
Ji bo projeya jiyana nû ya HDP'ê ji gelê Çorûmê re vebêjin, 11 ciwanên li Zanîngeha Hîtîtê dixwînin navber dan xwendina xwe û tevlî xebatên hilbijartinê bûn.
11 xwendekarên Zanîngeha Hîtît a Çorûmê navber dan xwendina xwe û tevlî xebatên hilbijartinê bûn. Xwendekarên ku her sibehê karê xwe plan dikin, ji gundê herî dûr ê Çorûmê heta tax û kolanan, dixebitin. Di vî karî de ya ku herî zêde xwendekaran aciz dike jî, birîna alên serê sibehê hatine daliqandin e. Ciwanan ji vê pirsgirêkê re jî çare dîtin û dibêjin, "Ew alên me dibirin, em jî yên nû dadiliqînin."
Ciwanan xebatên xwe ji ANF'ê re nirxandin...
Zelal Başboga anî ziman ku ev hilbijartin gelekî girîng e û got, "Me ji bo demekê navber dan dersan, ji bo xebatên xwe yên hilbijartinê zêde bikin. Em hewl didin jiyana nû ji gelê xwe yê li Çorûmê re vebêjin. Em li nêzîkatiyên gelekî erênî rast tên. Gelek mirov ji me re dibêjin; hûn beriya niha li ku bûn."
'JI BO BIRATIYA GELAN ME NAVBER DAN'
Kenan Kaba da xuyakirin ku ji bo biratiya gelan û aştiyê wan navber dane dersên xwe û got, "Di demeke bi vî rengî de em nikaribûn biketibûna dersan. Pêvajo gelekî bi lez bi pêş ve diçe. Divê em berpirsyariyên xwe bicih bînin. Di xebatên xwe de em encamên gelekî erênî û bedew bi dest dixin. Em ê bi ser bikevin."
'EM Ê BERSIVÊ BIDIN PÊVAJOYÊ'
Erdal Gokçe diyar kir ku ji bo bersivdayîna li pêvajoyê hilbijartin gelekî girîng e û bang li hemû ciwanan kir ku bi awayekî aktîf tevlî xebatên hilbijartinê bibin.
'ME BIRYAREKE RAST GIRT'
Sîdar Şîmşek anî ziman ku ji bo xurtkirina xebatên hilbijartinê yên li Çorûmê wan navber dane xwendina xwe û got, "Dema em encamên erênî ji xebatên xwe werdigirin, em dibînin ku ev biryara me çiqasî rast e. Em ê bi ser bikevin."
'EM Ê DENGÊ XWE BI SÊ QATAN ZÊDE BIKIN'
Adnan Îrîk jî bal kişand ser girîngiya hibijartinê û destnîşan kir ku ew ê dengên HDP'ê bi sê qatan zêde bikin.
'JIN ELEQEYEKE MEZIN NÎŞAN DIDIN'
Selma Kiliç jî got, "Weke jinekê, diviyabû min di hilbijartinê de destek bida partiya jinê HDP'ê. Min navber da xwendinê, li gundan jin eleqeyeke mezin nîşanî me didin. Ev guherîn, hêviyê dide me."
'ME DÎT KU LI ÇORÛMÊ BINGEHEKE ME HEYE'
Dogan Erdem got, "Pêvajoya hilbijartinê gelekî girîng bû, lewma em nikarîbûn li dibistanê biman. Me dît ku li Çorûmê bingeheke me heye û me dest bi xebatê kir. Kelecanek heye, li her cihê em diçinê, em vê hîs dikin."
'EM Ê DENGÊN XWE JI NÛ VE BI DEST BIXIN
Çîçek Armagan da xuyakirin ku cihgirtina jinan di nava xebatê de bêhtir watedar e û got, "Ji ber ku HDP partiya jinan e. Em jî tevlî vê xbatê bûn. Em ê dengên xwe ji nû ve bi dest bixin. Nêzîkatiya jinan gelekî bedew e, germahiya wan hêviyê dide me."
'LI GUNDÊN ELEWIYAN GUHERTIN HEYE'
Berfîn Aydin got, "Dema ku em dibînin jin hîn bêhtir xwedî lê derdikevin, hêviya me zêde dibe. Weke jinekê li vir im. Me niha navber dane xwendinê. Em li Çorûmê li nêzîkatiyeke neyînî rast nayên. Berevajî em li nêzîkatiyên erênî rast tên. Li gundên Elewiyan guhertine heye û ev jî hêviyê dide me."
'DIVÊ JIN XWE BIRÊXISTIN BIKIN Û BIHERIKIN KOLANAN'
Îrem Aydin da xuyakirin ku ji bo jin xwe bigihînin rêxistinbûyîneke xurt wê dest bi xebatên hilbijartinê kiriye û anî ziman ku ew li nêzîkatiyên erênî rast tên. Aydin diyar kir ku divê jin êdî xwe birêxistin bikin û li kolanan hesap bipirsin. Aydin destnîşa kir ku Çorûm wê vê bi ser bixîne.