Êrîşên ku AKP’ê rêxistin kirin hatin şermezarkirin
Li Mersîn, Îzmîr, Agirî, Wan û Îdîrê êrîşên li dijî HDP'ê û herî dawî qetilkirina Hamdullah Oge li Kanîreşê bi daxuyanî û meşan hat şermezarkirin.
Li Mersîn, Îzmîr, Agirî, Wan û Îdîrê êrîşên li dijî HDP'ê û herî dawî qetilkirina Hamdullah Oge li Kanîreşê bi daxuyanî û meşan hat şermezarkirin.
Li Mersîn, Îzmîr, Agirî, Wan û Îdîrê êrîşên li dijî HDP'ê û herî dawî qetilkirina Hamdullah Oge li Kanîreşê bi daxuyanî û meşan hat şermezarkirin.
MERSÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mersînê bi armanca şermezarkirina qetilkirina ajokarê wesayîta hilbijartinê yê HDP'ê Hamdullah Oge yê li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê û êrîşên faşîstan ên li hemberî HDP'ê yên li Erziromê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de sersaxî li malbata Oge hat dayîn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê Selman Gunbat daxuyanî da û êrîşên li hemberî HDP'ê pêk tên şermezar kir û wiha got: "Ev êrîş ji gotinên hikûmetê cuda pêk nayên. Di 7'ê Hezîranê de kesên azadî û demokrasiyê diparêzin wê qezenc bikin yên dîktatoriyê dixwazin jî winda bikin."
ÎZMÎR
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Ligel welatiyan namzetên HDP'ê yên Îzmîrê Pinar Aydinlar û Suleyman Gunduz tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê komê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê Dîlek Aykan daxuyanî xwend û diyar kir ku piştî berxwedan Gezî û Serhildana Kobanê AKP dest bi tirsê kir. Aykan anî ziman ku piştî hikûmetê HDP hedef nîşan da êrîş zêde bûn. Aykan herî dawî li Çewlîkê Hamdullah Oge hate qetil kirin û di bin çavdêriya dewletê de êrîşî mîtînga HDP'ê kirin.
AGIRÎ
Li Agiriyê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Girseya li ber buroya hilbijartinê hat cem hev ber bi Kolana Yaşar Eryilmaz meşiyan. Namzetên HDP'ê yên Agiriyê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Piştî meşê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Agiriyê Necmettîn Efe daxuyanî xwend. Efe diyar kir ku AKP weke hemû Kurdistanê li Agiriyê jî li pey provokasyoneke mezin e û amadekariyên komkujiyê dike û wiha got: "Em AKP'ê ya vegeriyaye çeteyan hişyar dikin. Dest ji lîstikên qirêj berdin. Em qetilkirina Hamdullah Oge şermezar dikin."
WAN
Li navçeya Mehmûdî ya Wanê jî bi heman armancê li Kolana 3 Nîsanê daxuyanî hat dayîn. Ligel rêveberên HDP û DBP'ê gelek kesên din tevî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeyê Hîlmî Aydinay daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmata AKP'ê ji aştî û biratiyê nerehet e û wiha got: "Li gelek navendan partiya me rastî êrîşan hat û xwestin provokasyonan pêk bînin."
ÎDIR
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Îdîrê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Namzetên HDP'ê yên bajar û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Îdirê Murat Yerlîkaya daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê pêk tên li hemberî aştî û azadiyê pêk tên û wiha got: "Ev êrîş di heman demê de li hemberî jinên berê xwe dan azadiyê pêk tên. Çi be bila bibe gelê Kurd nayê provokasyonan û wê têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin. Bersiva van êrîşan bêtir mezinkirina têkoşînê ye."