Namzetê AKP'yî fermana 'dijwar bin' da wezîfedarên xwe yên li ser sindoqan!
Hat ragihandin ku namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê yê Êlihê Zîver Ozdemîr fermana 'dijwar bin' daye midûrên dibistanê.

AKP'ê îro li Êlihê bang li midûrên dibistanê yên Egîtîm Bîr Senî kir ku tevlî civîna wan a li Cemiyeta Îlîm Yayma bibin. Hat îdîakirin ku namzetê rêza yekemîn ê AKP'ê yê Êlihê Zîver Ozdemîr ji midûrên dibistanê re gotiye "Hûn bi tundî tevbigerin ku wezîfedar û çavdêrên me yên li ser sindoqan karibin bi hêsanî karê xwe bikin."
Midûrekî dibistanê yê nexwest navê xwe bêje anî ziman ku AKP bi rêya midûrên hilbijartinê yên hatine wezîfedarkirin re ferman daye ku çavdêr û wezîfedarên li ser sindoqan ji bo AKP'ê tevbigerin.