Wan hatiye dorpêçkirin!

Du roj beriya hilbijartinan bajarê Wanê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Tîmên Tevgera Taybet ên bi çekan li nava kolanan digerin, gel dixe nava fikaran.

Pêkanîna rewşa awarte ya li Wanê ku hikûmeta AKP'ê ji 6-7-8'ê Cotmehê û vir ve dimeşîn, dewam dike. Ev polîtîkayên zordar, ji ber hilbijartinan derketin asta herî bilind. Li nava tax û kolanên Wanê polîs, TOMA, panzer digerin. Polîs li nava kolanan bi çekê meşê lidar dixin. Her wiha yekîneyên leşkerî jî di rewşeke amade de tên ragirtin.

TEVGERA ÇEKDARÎ Û BI DESTEKA MAŞÎNÊN ZIRXÎ

Li Wanê duh bi şev di bin navê "Operasyona YDG-H" de 7 kes hatin binçavkirin. Tevî li navenda bajêr û navçeyên wê ti pirsgirêkeke ewlekariyê nîne jî, tevgera polîsan a bi çek û maşînên zirxî, rê li ber nerazîbûna gel dike.

'AKP DIXWAZE KAOSÊ DERXÎNE Û JI VÊ KAOSÊ SERKETINÊ BI DEST BIXE'

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Umît Dede da xuyakirin ku li Wanê rewşa awarte ya bi fermî nehatiye îlankirin heye û destnîşan kir ku AKP dixwaze beriya hilbijartinê û di roja hilbijartinê de kaosê derxîne û ji vê kaosê jî serketineke siyasî bi dest bixe.

Dede got, "Lê belê hem HDP hem jî girseya gel a destekê dide HDP'ê haya xwe ji vê rewşê heye. Lewma heta niha bi xwînxwarî û sekneke bi rûmet ev plan hemû pûç kirin. Bê şik û guman em bawer in ku HDP û gelên me wê di van rojên dawî de bi heman hestyarî tevbigerin û rê nedin provokasyonan. Her wiha em bang li Serokkomar, rêveber û namzetên partiya desthilatdariyê dikin ku di rojên dawî yên hilbijartinê de dest ji gotinên xwe yên nefretê berdin. Her wiha em bang li rayedarên hikûmetê, Wezîrê Karên Hundir û Waliyê Wanê dikin ku van tedbîrên ewlekariyê yên bê wate kêm bikin ku bandorê li jiyana mirovan nekin."

...