AKP heman derewan careke din li Amedê dike
Beşeke mezin a projeyên Erdogan di 1'ê Hezîrana 2011'an de ji bo Amedê aşkera kir, bicih nehat anîn. Vê carê jî Serokwezîr Davûtoglû qala heman projeyan dike û bi vî rengî hewl tê dayîn gel were xapandin.
Beşeke mezin a projeyên Erdogan di 1'ê Hezîrana 2011'an de ji bo Amedê aşkera kir, bicih nehat anîn. Vê carê jî Serokwezîr Davûtoglû qala heman projeyan dike û bi vî rengî hewl tê dayîn gel were xapandin.
Piraniya projeyên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ji bo Amedê aşkera kir, xeyalî ne. Hin ji wan jî beriya hilbijartinên 2011'an ji aliyê Serokwezîrê wê demê Erdogan ve hatibûn aşkerakirin û bicih nehatibûn anîn. Beşeke mezin a projeyên Erdogan di 1'ê Hezîrana 2011'an de ji bo Amedê aşkera kir, bicih nehat anîn. Vê carê jî Serokwezîr Davûtoglû qala heman projeyan dike û bi vî rengî hewl tê dayîn gel were xapandin.
Projeyên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yên ji bo Amedê, ku di mîtînga 31'ê Gulanê ya li Meydana Stasyonê ya Amedê de aşkera kir û li rojnameyên herêmî û bîlboardan hatin bicihkirin, projeyên beriya 4 salan ji aliyê Serokwezîrê wê demê Erdogan ve hatibûn aşkerakirin û nehatibûn bicihanîn e.
PROJEYÊN DEREWÎN ÊN SEREKE
Serokwezîr Davûtoglû mîna hilbijartinên giştî yên 12'ê Hezîranê yên beriya 4 salan, projeyên Serokwezîrê wê demê Erdogan aşkera kir û wiha got:
• Restorasyona Bedenên Amedê,
• Ronîkirina rewşa bajarê dîrokî yê li nava bedenên Amedê,
• Di çarçoveya Projeya Fatîh de li dibistanan kompûterên tablet werin belavkirin,
• Çêkirina avahiyên Fakulteya Wêjeyê, Fakulteya Mîmariyê, Fakulteya Hiqûqê, Konservatûara Dewletê, Fakulteya Dermankariyê, Fakulteya Ragihandinê, Dibistana Bilind a Tenduristiyê, Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê ya Ataturk, Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Edaletê, Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Erxenî, Çermûk, Dibistana Bilind a Hewakariya Sivîl, Dibistana Bilind a Spor û Perwerdeya Beden,
• Çêkirina wargeheke nû ya ji bo 2.700 xwendekarên keç û wargeha ji 1.520 xwendekarên xort, li navçeya Farqînê çêkirina wargeha xwendekaran a ji 300 kesî,
• Li herêma Kampûsê, ji aliyê Saziya Wargeh û Krediyan ve çêkirina wargeheke xwendekarên keç a ji 3000 kesî,
• Bi hevkariya taybet a cemaweriyê re çêkirina Nexweşxana ji 1200 doşekî ya li Peyasê û 600 doşekî ya li Yenîşehîrê,
• Di çarçoveya projeya trena lez de; destpêkirina xebatên plansaziya projeyên trena lez a Enqere-Sêwas-Amed, Erzîngan-Amed-Mêrdîn û Amed-Riha,
• Balafirgeha Amedê ya Navneteweyî ya nû ya ji kapasîteya 5 mîlyon rêwiyî, di dawiya vê salê de bikeve xizmetê,
• Li herêma Sûrîçî, xebatên veguherîna bajarvaniyê tavilê were temamkirin,
• Di çarçoveya Projeya Geliyê Dîcle de parastina xwezahiya Dehlên Hewselê û li qadeke ji 1.100 hektarî dar bên çandin û weke parkeke xwezayî bê bikaranîn,
• Bi temambûna Projeya Farqînê re ji 200.000 hezar kesî re peydakirina derfetên kar...
PROJEYÊN FIYASKO
Dema mirov bala xwe bidin razemeniyên ku Davûtoglû weke "mizginî" pêşkêş kir, ev rewş tê dîtin:
- Projeya restorekirina bedenan bi fiyasko bi encam bû. Tevî sozên hatine dayîn jî heta niha ti xebateke cidî ya restorasyonê nehatiye meşandin.
- Projeya ji bo ronîkirina rewşa bajarê dîrokî ya li herêma nava bedenên Amedê bicih nehat anîn.
- Di çarçoveya 'Projeya Fatîh'ê de belavkirina kompûterên tablet bi tenê li 2 dibistanan pêk hat. Di nava 4 salan de ev proje neket meriyetê.
- Fakulteyên dihat gotin ku wê ji wan re avahiyên nû bên çêkirin, hînê li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê xizmetê didin.
- Wargehên ji bo xwendekarên keç û xort ên soza wan hat dayîn, nehatin çêkirin, di ser re du wargehên keçan û yek jî ya xortan ên li nabenda bajarê Amedê ahtin girtin. Xwendekar hînê li naveçya Peyasê di avahiyên kirêkirî de dimînin.
- Nexweşxaneyên bajêr ên soz hat dayîn ku li navçeyên Peyas û Yenîşehîrê bên çêkirin, tevî 4 salên di ser re derbas bûne jî nehatine çêkirin. Davûtoglû jî bi heman derewê rabû û got ku ew ê di nava 4 salan de çêbike.
-Projeyên trena zû, balafirgeha sivîl a nû, veguherîna bajarvaniyê, projeya Çemê Dîcleyê û bendava Farqînê heta niha ti ji wan bicih nehatine anîn.
ERDOGAN JÎ HEMAN DEREW KIRIBÛ
Çend roj beriya hilbijartinên giştî yên 1'ê Hezîrana 2011'an, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîr ê wê demê Recep Tayyîp Erdogan, li Navenda Kongreyê ya Halîç a Stenbolê, bi dirûşma "Tirkiye Amade ye Hedef 2013" sozên xwe vegot û tevî Stenbol û Îzmîrê projeyên xwe yên ji bo Amedê jî vegot.
Halbûkî ti ji 6 projeyên Erdogan di nava 4 salên bihurî de bicih nehat.
Projeya destpêkê ya Erdogan 'Projeya Nûkirina nava bedenên Amedê' bû. Di çarçoveya vê projeyê de sûrên hilweşiyayî yên li Meydan Deriyê Çiyê û Deriyê Mêrdînê bihatina lêkirin û mîna 70-80 sal berê wê êdî ji van deriyan çûn û hatina nava bedenan bihata kirin.
Beden hînê li erdê ne. Yek ji kevirê bedenê hilweşiyayî, nehatiye çêkirin. Her wiha soz hatibû dayîn ku 500 avahiyên dîrokî werin sererastkirin û ji bo tûrîzmê werin bikaranîn. Lê belê ne 500 avahî, 5 avahiyên dîrokî jî nehatin çêkirin-sererastkirin.
Her wiha avahiyên TOKÎ li semtên Lalebey, Alîpaşa û Deriyê Qesrê hilweşandin, hînê li şûna xwe ne.
Projeyeke din a Erdogan ji bo Amedê 'Projeya Balafirgeha Sivîl' bû. Li gorî îdîayê, li derveyî balafirgeha ku hînê di bin kontrola leşkeriyê de ye, wê balafirgeheke din bihata avakirin.
Di nava dema bihurî de li balafirgehê karek hat kirin. Lê belê ev kar ne karê ji bo balafirgeheke nû bû. Tenê înşaeta avahiya termînalê bû.
Projeya Farqînê ku di nava projeyên din ên Erdogan de cih girt, projeyeke ku beriya avabûna AKP'ê ket meriyêt û hînê çêkirina wê dewam dike.
Ji bo nexweşxaneya bajêr a Peyasê û nexweşxaneya Yenîşehîrê ya ji 7 navendên pisporî, ti kar û hewldan nehatine kirin.
Ji bo projeya stadyûma bajêr a ku dihat plankirin di nava 4 salan de bê qedandin proje heye, lê belê heta niha ti xebatek di vî warî de nehatiye destpêkirin.
Projeya herî bi îdîa ya Erdogan jî 'Projeya Geliyê Dîcleyê' bû ku bi vê yekê re wê qadeke nû ya jiyanê, bibûya navenda jiyana rojane, bazirganî, perwerde û sporê bû.
Lê bicihanîna vê projeyê li aliyekî, derket holê ku AKP amadekariya projeya 3 Santralên Hîdroelektrîk ên li ser Çemê Dîcleyê dike. Li ser dijderketina rêxistinên hawirdorê du ji van projeyan hatin sekinandin, yek jî hînê îtiraz lê tê kirin.