Zêdetirî sed HDP’yî ji bo dengan ji Stenbolê hatin Mêrdînê
Koma HDP’yî ya ji 150 kesan bi şîara, “Ji bo derbaskirina bendê em dibin dilopek” ji bo dengên xwe bikar bînin ji Stenbolê hatin Kerboran a Mêrdînê.

Li Stenbolê xwendekar û karker bi şîara, “Ji bo derbaskirina bendê em dibin dilopek” ji bo dengên xwe bikar bînin ji Stenbolê hatin Kerboran a Mêrdînê. Rêveberên HDP-DBP’ê yên navçeyê, Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk, endamên KJA jî di nav de gelek welatiyan kom pêşwazî kir. Hilbijêrên HDP’yî li rawestgeha Sumer bi heybet hatin pêşwazîkirin. Bi konvoyeke ji sedan wesayîtan li navçeyê geriyan.
Gel li ber buroya hilbijartinê bi coş HDP’y’î pêşwazî kirin.
ÊRÎŞ HATIN ŞERMEZAR KIRIN
Hevserokê Rêxisttina HDP’ê ya Kerboranê Yasîn Tûran ê li vir axivî diyar kir ku ew êrîşa çekdarî ya li hember wesayîta anonsê ya HDP’ê ya li Çewlikê rû da û êrîşa nîjadperest a li Erziromê bi tundî şermezar dikin.
Endamê Komeleya Deywan Huseyin Dogan jî got: "Ji bo em bi nasnameya xwe di Meclîsê de cih bigirin, em ketin rê. Me kar û malên xwe hişt. Roj roja xwedîderketina li partiya me ye.”
'DENGEK DIKARE HER TIŞTÎ BIGUHERE'
Xwendekarê zanîngehê Şahîn Akyol jî, diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê di serî de gelê Kurd ji bo tevayî gelên bindest xwedî girîngiyeke mezin e. Akyol got: "Di dawiya rêyeke 24 saetan de ji ber em bi hêvî ne wê dengek çi biguhere em ketin ser rêyan.”