Hevserokê TAYD-DER Şaxê Îzmîrê Karbadag û Seroka ÎHD'ê Şaxê Îzmîrê Parêzer Ûçar nerazîbûn nîşanî xemsariya desthilatdariya AKP'ê ya li ser mijara girtiyên nexweş dan û destnîşan kirin ku ji mirinên li girtîgehan AKP berpirsyar e.
Hevserokê Komeleya Piştevahiya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYD-DER) Şaxê Îzmîrê Mûsa Karbadag û Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Îzmîrê Parêzer Gûrbet Ûçar nêzîkatiya AKP'ê ya li mijara girtiyên nexweş, ji ANF'ê re nirxandin...
KARBADAG: DIVÊ SÎSTEMA BICIHANÎNA CEZA BÊ SERERASTKIRIN
Karbadag da xuyakirin ku meseleya girtiyên nexweş pirsgirêka sîstemê ye û got, "Sîstema bicihanîna ceza ya bi qanûnên di destûra bingehîn de hatiye diyarkirin, ji pirsgirêkan pêk tê. Dema bi vê perspektîfê li mijarê were temaşekirin, wê were dîtin ku ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê serdest e, hiqûqa dijmin e. Li gorî vê yekê dema mijara girtiyên nexweş were nirxandin, hingî beriya her tiştî pêwîstî bi sererastkirina sîstema bicihanîna ceza heye."
'AKP'Ê DEST JI HIQÛQA DIJMIN BERNEDA'
Karbadag da zanîn ku di dema desthilatdariya AKP'ê de pirsgirêkên li girtîgehan zêde bûne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Rewş êdî nema dikare bê veşartin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan 600 girtiyên nexweş, 200 jê jî rewşa wan giran e. Tevî ewçend xebatên komeleya me û saziyên civakî yên sivîl jî, di vê mijarê de me nekarî gaveke demokratîk bidin avêtin. Di vê mijarê de hînê AKP bi israr naxwaze gavê biavêje. Hikûmetê ev mijar kir mijareke bazariyê. Li derve her çend hin daxuyaniyan bide jî ji aliyê cewherî ve feraset û hiqûqa dijmin a li girtîgehan neguheriye. Tedawiya hemû girtiyên nexweş bi zanebûn tên derengxistin. Girtiyê bi navê Abdulsamet Çelîk eger 3 meh berê hatibûya tedawîkirin, wê ji aliyê malbata wî ve mejiyê hestî bihata veguhatin û niha bijiya. Tînin ber mirinê û dûre berdidin."
'BERPIRSYARÊ MIRINAN AKP YE'
Karbadag her wiha got, "Di nava 3 salan de me 19 darbest ji girtîgehê derxistin. Berpirsyarê van hemûyan hikûmeta AKP'ê ye. Her çend cezayê îdamê hatibe rakirin jî, ev ceza bi vî rengî dewam dike. Rewşa Sekvan Becereklî yê parçeyê bombeyê di bedena wî de ye û Adem Amaç ê ku ji sala 2006'an û vir ve birîna wî ya enfeksiyon lê der bûye nayê tedawîkirin, mirov nikarin wekî din rave bikin. Di pratîkê de îdam heye. Hikûmet vê rewşê bi zanebûn dewam dike. Dema deng were dayîn divê ev rewş li ber çavan were girtin. Di dema desthilatdariya AKP'ê de me 103 darbest ji girtîgehan derxistin. Kujerê hemûyan jî hikûmet e."
PARÊZER ÛÇAR: NAYÊN DERMANKIRIN
Seroka ÎHD Şaxê Îzmîrê Parêzer Ûçar jî bal kişand ser pirsgirêka tedawiyê û got, "Girtiyên bi nexweşiyên giran, li koxûşên girtiyên nexweş tên tedawîkirin. Ev koxûş jî bi giranî qata zemînê ye, odeyên biçûk e, roj lê hilnayê. Bi awayekî kelepçekirî muayene tê kirin, ji ber ku yên tên tedawîkirin girtî ne, doktor jî bi giranî bi awayekî alîgiriyê tedawiyê dikin. Gelekî kêm e ku doktor bi awayekî bê alî tedawiyê dike. Lewma tedawiya girtiyan jî ne pêkane."
'DIVÊ EM DESTHILATDARIYÊ TENGAV BIKIN'
Ûçar da xuyakirin ku divê ew pirsgirêka girtîgehan bêhtir nîşan bidin û got, "Girtî li girtîgehan ji jiyana civakî qut dijîn. Eger em pirsgirêkên ew lê rast tên li derve karibin nîşan bidin, hingî em ê karibin hestyariyekê biafirînin. Divê em dengê wan li derve bidin bihîstin. Yekane rêya vê jî afirandina raya giştî ya xurt e û tengavkirina desthilatdariyê ye."