Baydemîr: AKP'ê dema bi nanê me lîst cihêkarî nekir
Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan li navçeya Xelfetiyê bi keyayan re rûniştin.
Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan li navçeya Xelfetiyê bi keyayan re rûniştin.
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan li navçeya Xelfetiyê bi keyayan re rûniştin.
Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de got, "Her yek ji we li gundê xwe, li taxa xwe, parlamenter in. Hûn nûnerên gel in. Hûn bi hilbijartinê re hatin ser kar. Maf kesî nîne ku bang li we bikin û li qeymeqamî û walîtiyê ji we re bêjin nankor. Nankorê rastî desthilatdariya AKP'ê ku 13 sal in xizetê ji Rihayê re nake."
Baydemîr destnîşan kir ku hikûmet bi nanê her kesî dilîze û got, "Hikûmetê dema li Rihayê bi nanê gel lîst, cihêkarî nexist navbera ti kesî. Bi nanê Elewiyan, bi nanê Misilmanên oldar, bi nanê Ereban, bi nanê Kurdan lîst. Yanî dema bi nanê me lîst, cihêkarî nekir. Em jî weke Misilmanên oldar, Elewî, Ereb, Kurd û her kes, di hesabpirsîna ji hikûmetê de em ê cihêkariyê nekin."
'EM BENDAN BI HEV RE HILWEŞÎNIN'
Namzeta parlamenteriyê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku gava yekemîn a rêveberiya xwecihî keya diavêjin û got, "Yanî gundên me di bin kontrola keyayan de ne. Lewma eger em 3 rojên mayîn ji bo temamkirina kêmasiyên xwe bikar bînin, em ê bendan ji holê rakin."