Yuksekdag: Em kesê destê wî di xwîna me de heye nakin serok

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga Şirnexê de axivî û got ku bila şehîdên Botanê şad bin vaye qada azadî û serketinê tijî bûye. Yuksekdag bi gotina "Em kesê destê wî di xwîna me de heye nakin serok."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga Şirnexê de axivî û got ku bila şehîdên Botanê şad bin vaye qada azadî û serketinê tijî bûye. Yuksekdag bi gotina "Em kesê destê wî di xwîna me de heye nakin serok, ew kesên destê wî di komkujiya Roboskî de heye em ê nekin serok. Bi soz û peyman em ê te nekin serok" bersiv da Erdogan.

Li Şirnexê bi deh hezaran kesan ku li hemberî qirkirina siyasî û komkujiyan ber bi Qada Azadiyê ve herikîn, bersiv dan. Li qadê ku êdî cih nema, li serê avahiyan û daran tevlî mîtîngê bûn. Mîtînga ku bênavber dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û HDP'ê hatin berzkirin, bi pankart û dowîzên hilgirtin peyama xwe ya wê di 7'ê Hezîranê da. Bernameya mîtîngê bi vexwendina mêvanan û silavkirina hevşaredarên herêmê û hevserokên rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Şirnexê re destpê kir. Piştre namzetên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez, Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu dan naskirin.

Axaftina yekemîn namzet Aycan Îrmez kir û bal kişand ku ev qada ku di Newroza 1992'an de komkujî pêk hatibû îro kirine qada azadiyê. Namzet Ferhat Encu jî destnîşan kir ku gelê Botanê her tim pêşengiya serhildan û şoreşa azadiyê kiriye û diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de jî vê yekê berdewam bikin. Encu bal kişand ser gotina Serokwezîr Davutoglu ya li ser bîlbordan "Em ê balafiran çêbikin" û ev tişt anî ziman: "Gelê Şirnexê wan balafirên we baş nas dike, komkujiyên we baş nas dike. Lê baş zanibin ku hûn ê hesabê vê di 7'ê Hezîranê de bidin."

'ME TI CARAN PAŞDE GAV NEAVÊTIYE Û EM NAVÊJIN JÎ'

Namzet Leyla Bîrlîk jî bal kişand ser şervanên di berxwedana Şengal û Kobanê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Bi hewara Leyla Qasiman, bi pêşengiya Bêrîvanan, bi berxwedana Arîn Mîrkanan we silav dikin. Ev rewşa we ya niha li vir ji ti gotinekê re hewce nahêle." Namzetê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku ev 40 sal in tenê tên qetilkirin, tên kuştin, tên girtin îşkence kirin, bihostek nemaye ku şehîd lê nehatibe veşartin lê dîsa jî bi serbilindî dimeşin. Sariyildiz bal kişand ser hatin Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û wiha got: "Bi hatina Arinç re 49 ciwanên qehreman hatin binçavkirin, dilê we heye bi van binçavkirinan gelê Botanê ji rûmeta xwe paşde gav bavêje. Ma bi dehan caran we vî gelî qetil kir, di komkujiyan de derbas kir. Ya dawî we li Roboskê 34 canê me qetil kir, li Cizîrê bi dehan zarokên me qetil kir. Ma vî gelî paşde gav avêt. Hûn ê bibînin dê di 7'ê Hezîranê de bersivek çawa bidin we."

'BILA ŞEHÎDÊN BOTANÊ ŞAD BIN'

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di nava coşek mezin de derket ser dikê û dest bi axaftina xwe kir. Yuksekdag xêr hatina hemû gelê Botanê kir û wiha got: "Hûn bixêr hatin qada rûmetê û azadiyê. Hemû qadên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi mirovên rûmet tije dibe hezar silav ji we re. Bila dil, hiş û ruhê Orhan Doganan, şehîdên Botanê şad bibe va ye qada azadiyê tijî bûye, qada serketinê tijî bûye. Ji dîroka berxwedanê heta îro ligel hemû polîtîqayên komkujiyê ev gel serkeftinê pêk anîn. Di salên şerê qirêj a pir kur pêk dihat li vê meydanê komkujî pêk dihat lê îro va ye serkeftina gelan, serkeftina berxwedanê tê pîrozkirin."

'PÊŞÎ HÛN HESABÊ ROBOSKÎ Û NÎHATAN BIDIN'

Yuksekdag bal kişand ser komkujiya Roboskî ya 34 kes bi balafirên şer ên artêşa Tirk hatin kuştin û wiha berdewam kir: "Niha hûn ji Serokwezîr Davutoglu û Serokwezîr Erdogan pirsa we ji bo Şirnexê çi kiriye? Wê bibêje 'Me OHAL rakiriye'. Lê herkes dizane we di nava 12 salan a desthiladariya AKP'ê de çi aniye serê gelê Botanê. Em pir paşde naçin, tenê ev 3 sal in we hesabê Roboskê ya qetilkirina 34 canê me nedaye. We hesabê Nîhat Kazanhanan nedaye. Pêşî hûn hesabê van bûyeran bidin." Yuksekdag diyar kir ku Serokomar Erdogan ê komkujîêk aniye dibêje "Min bikin serok" û ev tişt got: "Em kesên destê wî di xwîna me de heye nakin serok, ew kesên destê wî di komkujiya Roboskê de heye em ê nekin serok. Bi soz û peyman em ê te nekin serok.. Ew kesê ku digot Kobanê ket ew bi xwe dikeve."

Yuksekdag li ser qetilkirina Hamdullah Oge yê li Çewlîkê bi awayekî hovane hat qetilkirin jî rawestiya û got ku ew êdi 7'ê Hezîranê de li ser sindoqan hesabê vê yekê ji wan bipirsin.