Namzetên HDP’ê xebatên xwe didomînin

Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê, bi ziyaret, şahî, mîtîngan berdewam dikin.

Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê, bi ziyaret, şahî, mîtîngan berdewam dikin. Namzetên HDP'ê li Mûş, Wan, Erdexan, Sêrt, Gurgumê, Manîsa Mêrdîn û Amedê xebatên hilbijartinê meşandin. Li Erdexanê Namzeta HDP'ê ya Erdexanê Arzu Moco, anî ziman ku her HDP bi ser dikeve êrîşên li hemberî HDP'ê jî zêde dibin. Moca, da zanîn ku ew ê di 7'ê Hezîranê de bersivê bidin van êrîşan.

Endam, rêveber û namzetên HDP'ê li gundê Artêt, Qizilxaç, Xaskoy ên Mûşê, Navçeya Saray, gundê Arpaşen ê Erdexanê welatî ziyaret kirin. Namzeta HDP'ê ya Erdexanê Arzu Moco, anî ziman ku her HDP bi ser dikeve êrîşên li hemberî HDP'ê jî zêde dibin. Moca, da zanîn ku ew ê di 7'ê Hezîranê de bersivê bidin van êrîşan. Li Sêrtê jî namzet, endam û rêveberên HDP'ê bi muşahîdan re hatin cem hev û ji bo parastina sindoqan niqaş kirin.

Li Manîsayê jî li gundê Tabakhane, Nurlu Pınar, Yunus Emre Cumhuriyet û Horozkoyê welatî ziyaret kirin. Namzet û rêveberên HDP'ê li gund, navçe û taxên Amedê li nava esnaf û welatiyan geriyan.

Li navçeya Midyatê ya Mêrdînê jî namzetan gund ziyaret kirin.

Namzetên HDP'ê yên Mereşê îro jî li her çar aliyê bajêr xebatên hilbijartinên 7'ê Hezîranê domandin. Namzetên HDP'ê Aziz Tunç û Hevserokê HDP'ê Erhan Yapici li Afşînê esnaf ziyaret kirin. Piştî serdana esnafan HDP'î çûn serdana gundan. Li gundan welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî HDP'ê da û hêjayî gotinê ye ku li gundê Tanir ê Afşînê welatiyên beriya niha dengê xwe didan MHP'ê anîn ziman ku ew ê 7'ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP'ê. Dîsa namzetên HDP'ê Mehmet Çat, Nuran Îmîr û Îbrahim Çîçek li navçeya Pazarcixê esnaf ziyaret kir û mal û mal serdana welatiyan pêk anîn.