Serhedê provokasyon pûç kir, dor hat hilweşandina bendê!
Ararat: Divê em li dijî hîleyan hişyar bin. Pêwîstî pê hebe divê em extiyarên xwe hilgirin û bibin ser sindoqan. Girîng e em têkoşîna ji bo hilweşandina bendê, li Serhedê xurttir bikin.
Ararat: Divê em li dijî hîleyan hişyar bin. Pêwîstî pê hebe divê em extiyarên xwe hilgirin û bibin ser sindoqan. Girîng e em têkoşîna ji bo hilweşandina bendê, li Serhedê xurttir bikin.
Ararat: Divê em li dijî hîleyan hişyar bin. Pêwîstî pê hebe divê em extiyarên xwe hilgirin û bibin ser sindoqan. Girîng e em têkoşîna ji bo hilweşandina bendê, li Serhedê xurttir bikin.
Girîngiya Serhedê ya di alî dewlet û Kurdistanê de li holê ye. Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Evîndar Ararat têkildarî herêma Serhedê de axivî. Ararat li dijî provokasyon û diziya dengan bang kir ku her kes hişyar be û wiha got: “Ez di serî de bang li jin, ciwanan û gelê me dikim ku divê roja hilbijartinan hemû karê xwe berdin; kal, pîr, nexweş her kes biçin ser sindoqan û kesên nekarin biçin jî bidin ser pişta xwe û bibin. Divê jin û ciwanên Serhedê sekna xwe ya xurt nîşan bidin û bendê derbas bikin.”
Ararat bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li ser herêma Serhedê û got: “Ji berê de ev polîtîkaya dewletê heye. Dewlet dizane ku Serhed xwedî hişmendiya welatparêzî û kevneşopiya serhildanê ye. Ji ber vê jî polîtîkaya şerê taybet û zextan her tim di dewrê de hiştiye. Bi taybet hikûmeta AKP’ê otorîteya dewletê ferz kir û bi asîmîlasyonê jî, dûrxistina ji hişmendiya neteweyî esas girt. AKP’ê armanc kir ku hesasiyetên olî yên gelê Serhedê îstîsmar bike û qezenc dike. Hewl da bi xizanî û bêkariyê terbiye bike. Li ti deverên Serhedê razemeniyek aborî û civakî nehat kirin. Dewletê ciwanên Serhedê li metropolan kir hêza erzan. Di salên 90’î de ji ber zextên dewletê welatiya gundê xwe vala kirin û çûn metropol û Ewropayê. Yanî ev bi salane polîtîkayên şerê taybet û êrîşên sîstematîk li ser gel berdewam kiriye.
Di pêvajoya hilbijartinan de AKP ji gelê Serhedê tirsiyaye. Dizane ku gelê Serhedê çawa bi Tevgera Azadiyê bawer e, li ber xwe dide û dengên xwe dide kîjan partiyê. Ji ber vê her tim serî li hîle û lîstikan daye. Ji ber ku ger serî li van lîstik û hîleyan nede, wê ti car qezenc neke. Gelê me dizane ku wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hîle bên kirin. Di hilbijartinên herêmî de tevî ku Sirri Sakik şaredarî qezenc kir jî, AKP’ê îtîraz kir. Dengên wan dizîn. Gelê Agiriyê bi israr xwedî li dengên xwe derket. Gelê me tevî hemû êrîşên polîsan, dengên xwe parastin. Dayikên me ji aliyê polîsan hatin copkirin. Lê hîleyên AKP’ê vala hatin derxistin. Gelê Agiriyê qezenç kir. Di vê hilbijartinê de jî ev sekna berxwedêr wê bê nîşan dan. Gelê me li dijî her cure lîstik û hîleyan baldar e. Gelê me wê vê lîstikê xera bike.”
AKP SERÎ LI HEMÛ PROVOKASYONAN DIDE
Ararat bal kişand ser provokasyonan û da zanîn ku wek di provokasyona Agiriyê de hat dîtin, AKP’ê ji bo ku xeyalên sultaniyê yê Erdogan pêk bîne wê serî li heman hîle û provokasyonan bide. Ararat wiha got: “Ji bo projeya jiyana azad a bi HDP’ê re şênber bûye, xera bikin wê serî li her cure siyaseta qirêj û di propagandayan bidin. Li gelek navend û navçeyan li dijî buroyên HDP’ê, mîtîngan êrîş pêk hatin. Her kes dizane ku ev êrîş ji aliyê hêzên qirêj ên AKP’ê ve hatine kirin. Hemû cîhan dibîne ku polîsên AKP’ê êrîşkaran çawa diparêze û vedişêre. Gelê me vê baş dizane. Mînaka vê ya herî şênber provokasyona Diyadin-Tendurekê bû. Lê sekna gelê Agiriyê û helwesta gerîlayan ev provokasyon vala derxist.
AKP û bi taybet jî Erdogan bi tirs û kabusa ku hilbijartinê winda bike, çavsor dibe. Lê HDP’ê xeyalên sultaniyê yên Erdogan asteng kiriye û bûye ewlehiya parastina hawira aştiyê û demokratîkbûnê. Ji ber vê jî her roj rastî tehdîd û êrîşan tê. AKP û Erdogan bi tirsa mezin ji kontrolê derdikeve. Rojnamegerên ruyê qirêj yên AKP’ê û Erdogan deşîfre dikin, hedef tên girtin û li dijî wan şer tê destpêkirin. Her kes dibîne ku çawa bi DAIŞ’ê re hevkariyê dike û alîkariya çekan dide DAIŞ’ê ku êrîşî Rojava bike. Her kes dibîne ku eger AKP qezenç bike de wê Tirkiye bikeve tarîtiyek çawa. Ji ber vê jî bi taybet Erdogan hemû kontrola xwe winda kiriye. Êrîşî her kesî dike, her kesî tehdîd dike. Li dijî HDP’ê propagandaya reş dike. Ji ber vê jî wê heta roja hilbijartinê serî li hîle û provokasyonan bide. Divê gelê me vê li ber çavan bigire. Divê ji bo parastina sindoqan, bi rêxistinkirî tevbigerin.”
HÎLEYA HERÎ MEZIN LI SER SINDOQAN TÊ KIRIN
Ararat bi lêv kir ku hîleya herî mezin li ser sindoqan tê kirin û wiha dirêjî da axaftin: “Wek hemû derê gelê Serhedê jî li dora HDP’ê bûye xelek û ji bo pîrozkirina serketinê xwe amade kirine. Lê divê gelê me heta hemû sindoq neyên vekirin, ti tiştekî nekin.
Divê xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. Heta encama teqez divê kes neçe malên xwe û jimartinê bişopînin. Di hîle, diziyê de divê helwesta xwe danîn holê. Divê destûrê nedin diziya dengan. Divê gelê me û ciwanên me bi dîsîplîn tevbigerin.
GELÊ SERHEDÊ HER TIM LI BER XWE DAYE
Em girîngiyê didin herêma Serhedê. Gelê me li dijî înkar, tinekirin, zext û zilmê her tim serî hildaye. Serhildana Agiriyê, Geliyê Zîlan mînakên herî şênber in. Gelê Serhedê xwedî li nasname, rûmet,nirx û serxwebûna xwe derketiye. Li dijî hemû zext, înkar, tinekirin û êrîşan nasname, çand û zimanê xwe heta îro aniye. Ji ber vê jî yek ji herêmên ku yeke rêxistinbûna Tevgera Azadiya Kurd lê pêk hatiye. Îro jin û ciwanên Serhedê biryara serketinê di mîtîngên HDP’ê de datîne holê. Gelê Serhedê bi têkoşîn azadiyê re bûye yek, vê di têkoşîna siyasî û rêxistinbûna civakî de jî zêde dike. Jinên ciwan bi îradeya xwe beşdarî van hilbijartinan dibin.”
ERDOGAN BI XEYALÊN SULTANIYÊ DIXWAZE TIRKIYEYÊ BIKIŞÎNA TARÎTIYÊ
Ararat di berdewamiyê de wiha got: “Di van hilbijartinan de li Tirkiyeyê zelalbûnek cidî heye. Her kesê li aliyê aştî û demokrasiyê di vê pêvajoyê de li dora HDP’ê li dijî zext, zilm û faşîzmê bûne yek. Di şexsê AKP’ê de hêzên tarî her roj zêdetir êrîşkar dibin û her ku ditirsin rûyê wan yê tarî zêdetir deşîfre dibe.
Heta niha li ser derewa ‘em ê pisgirêka Kurd çareser bikin’ gelê Kurd xapandin. Erdogan tevî ku pirsgirêka Kurd daniye aliyekê dibêje pisgirêka Kurd tine. Ev jî rastiyan nîşan dide. Bi bilindbûna HDP’ê re nekarîbûn vê derewê berdewam bikin.
Erdogan bi xeyalên xwe yên sultaniyê hewl dide Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bikişîne. Erdogan ji bilî kesên destekê didin wî, wêdetir her kesî dijmin îlan dike. Pergaleke dij demokratîk li Tirkiyeyê ferz dike. Siyaseta înkar û tinekirinê ya li ser Kurdan îtîraf kiriye.
Gel dibîne ku Erdogan jiyana koletiyê ji jin,ciwan û gelê Kurd re rewa dibîne, gelan bi hev re dike dijmin. Ji ber vê wê gelê me yê Serhedê dengên xwe bide HDP’ê.
Ji bo jiyanek azad, wekhev, demokratîk, adîlane, wê wek her kesî gelê me yê Serhedê jî dengên xwe bidin HDP’ê. Wê rola xwe ya dîrokî bilîzin. Di vê hilbijartinê de ji bo hemû kesên ku keda wan derbas bûye spas dikim, jin, dayik û ciwanên me ji niha de pîroz dikim û di têkoşîna wan de serketinê dixwazim.”