Bi sed hezaran li ser piyan e
Gelê Amedê ji çar aliyan bi slogana "Em biçin meclîsê" di mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê de hat cem hev.
Gelê Amedê ji çar aliyan bi slogana "Em biçin meclîsê" di mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê de hat cem hev.
Gelê Amedê ji çar aliyan bi slogana "Em biçin meclîsê" di mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê de hat cem hev. Gel ji tax û navçeyên Amedê wekî lehiyê diherike qada mîtîngê û tevlîbûn zêde dibe. Li qada mîtîngê pankarta "Kendine ayix ol Tayyip" bal kişand ser xwe. Dîsa dowîzên Erdogan rexne dikin hatin rakirin. Ji niha de girseyek bêhempa li qadê kom bûn.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Îstasyonê bi tevlîbûna sed hezaran mîtîng pêk anî. Ji çar aliyên Amed û navçeyên Amedê, herikîna deh hezaran a qada mîtîngê didome. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş namzetên HDP'ê, heyeta goran û YNK'ê jî wê beşdarî mîtînga HDP'ê bibin. Girse bi slogana "Em biçin meclîsê" diherikin qada mîtîngê. Li qada mîtîngê dovîz û pankartên ku qerfên xwe bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Ahmet Davûtoglu dike hatin vekirin. Pankarta "Ji kesên navê wan li jêr kijan Serokwezîr e? A-Erdoğan, B- Davutoglu" û dowîzên "Li dijî TOMA'yan kevir û li dijî dizan Demîrtaş", "Kendine ayıx ol Tayyîp", "Trafolar li cem me ne ti li rehetiya xwe binere" rakirin. Girse bê navber slogana "Em HDP, Em biçin meclîsê" berz kirin. li qada mîtîngê girse li ber def û zurneyan û stranan govend gerandin. Dîsa girse bê navber êrîşên ku li dijî HDP'ê bi sloganan şermezar dike.
Gelek ciwanan jî tîşortên "Em biçin meclîsê" li xwe kirin. Bi sed hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn ji ber qad tijî kiriye derketine ser dîwar, balkon û darên derdorê. Amed bi vê mîtînga HDP'ê mora xwe li dîrokê dixe. Herikîna deh hezaran ya qada mîtîngê didome. Bi sedan welatî bi maşîneyên xwe, otobusan bi alan û sloganan diherikin qadê. Li gel roj e jî li gelek qad û kolanên Amedê fîşekên hewayî tê avêtin. Ji 7 salî heta 70 salî gel bi rengê HDP'ê, kesk, sor û zer diherikin qada mîtîngê mîtîng bi stranan didome.
'DAXWAZA AMEDÊ AZADIYA OCALAN E
Gelê ku herikî qada mîtîngê û ji HDP'ê azadiya Ocalan dixwaze, bê navber sloganên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" berz dike. Li platformê posterê mezin ê Ocalan û pankarta "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hat daliqandin.
Li gel sed hezaran welatiyan nûnerên welatên Swêd, Fransa, Norwec Danîmarka Rojava, YNK'ê û Goran amade bûn. Dîsa nûnerên saziyên sîvîl ên civakî li qadê amade bûn. li qadê anonsa "HDP îro Tirkiye, HDP îro Kurdistan e" berz dike Girse jî bi slogana "Em HDP, Em biçin Meclîsê" û "Reco em te nakin başkan" berz dikin.
Ji çar milan ve herikîna qada mîtîngê didome.