Faşîstan li Erziromê bi polîsan re êrîşî gel kirin

Piştî mîtînga HDP'ê ya Erziromê, polîs û nîjadperestan bi çekan êrîşî girseya ku vegeriya malên xwe kir. Faşistan bi kevir û çekan û polîsan jî bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girsê kir.

Piştî mîtînga HDP'ê ya Erziromê, polîs û nîjadperestan bi çekan êrîşî girseya ku vegeriya malên xwe kir. Faşistan bi kevir û çekan û polîsan jî bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girsê kir.

Mîtînga HDP'ê ya Li Erziromê bi tevlîbûna zêdeyî 10 hezar kesan bi dawî bû. Piştî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş di mîtingê de axivî, welatî ji Qada Îstasyonê ya mîtîngê belav bûn û vegeriyan malên xwe. Piştî mîtîngê gel bi girseyî di bin kordona HDP'iyan de meşiyan taxên ku Kurd lê dijîn. Girse piştî ketin nava taxê nîjadperestan bi dar û çekan êrîş kir, polîsan jî bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî girsê kir. Girseya ku berê xwe da Taxa Çiyê rastî êrîşa komek niîadperest a bi dar û çekan hatin. Rageşiya di navbera gel û polîsan û nîjadperestan de didome.