Ji ÎHD’ê têkildarî xebatên şopandina hilbijartinê civîna perwerdeyê
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di çarçoveya xebatên şopandinê yên hilbijartina 7’ê Hezîranê de civîneke perwerdeyê li dar xist.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi armanca tespîtkirina binpêkirinan mafan ên di hilbijartina 7’ê Hezîranê de rû bidin wê xebatên şopandinê bike. Di çarçoveya xebatên wê bi Komeleya Mafên Wekhev re bi awayekî hevpar bên kirin, bi koma wê di nav xebatên şopandinê re cih bigire civîneke perwerdeyê hat lidarxistin.
Di civînê de, metaryalên wê di xebatên şopandinê de bên bikaranîn hatin belavkirin. Hat ragihandin ku wê xebatên şopandinê ne mudaxeleker be, tenê wê binpêkirinên mafan tespît bike û bike rapor.
Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren di civînê de got: “Ji ber em wek parêzvanên mafên mirovan wer difikirin ku pêwîst e hilbijartineke ku îradeya gel bi awayekî tenduristî di sindoqan de xuya bike. Ji bo vê divê ewlekariya sindoqan hatibe girtin. Lê bi qasî em ji pêşveçûnan fêm dikin, em wer difikirin ku şert û mercên ewlekariyê hê pêk nehatine. Lewma em dixwazin binpêkirinên mafan ên roja hilbijartinê tespît bikin û bikin rapor.
Înceoren her wiha diyar kir ku pêwîst e bê zanîn ka li girtîgehan, malên starê, navendên starê yên jinan deng hatine bikaranîn an na û ji ber vê bal kişand ser girîngiya xebatên şopandinê.