HDP li Trabzonê pêşhikum û bendan hildiweşîne
Dîlaver û Şîrîn: Gelê Trabzonê eleqeyeke mezin nîşanî HDP'ê dide. Li vî bajarê ku pêşhikum lê hatine şikandin, em li nêzîkatiyên gelekî erênî rast tên. Em ê dengê xwe yê li vir bi sê qatan zêde bikin.

Hevserokê HDP'ê yê Rêxistina Bajarê Trabzonê Ahmet Hazar Dîlaver ji ANF'ê re peyivî û Trabzon şiband qutiyeke girtî û destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê li vê derê bi dijwarî hatine meşandin. Dîlaver got, "Bandora polîtîkayên asîmîlasyonê ya li bajêr gelekî zêde ye. Bi salan hin hesasiyet hatin bikaranîn û nîjadperestiyeke tund hat afirandin. Bi salan Kurd û gelên din mîna tabûyekê li vir hatin dîtin. Tevgerên çep jî bi salan qet bal nekişandin ser van mijaran." Dîlaver destnîşan kir ku polîtîkaya nîjadperestiyê çepgir jî gelekî qels kiriye.
'HDP LI TRABZONÊ RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN TÊ'
Dîlaver anî ziman ku piştî HDP'ê li Trabzonê dest bi meşandina siyasetê kir, tabûyên li bajêr hilweşiyane û got, "Tevî hemû zehmetî, zext û hedef nîşandanan jî me HDP ava kir û dest bi kar kir. Bi pêvajoya hilbijartinê de me lez dan xebatên xwe. Em dibînin ku pêşhikmên gel hene û em çiqasî van pêşhikman hilweşînin ewçend jî bi hêsanî em dikarin xwe vebêjin. Me li navçeya Tonya buroyeke hilbijartinê vekir û daxwaza vê yekê ji welatiyan hat. Ji partiya me re eleqeyeke mezin tê nîşandan. Em ê dengê xwe yê li Trabzonê bi sê qatan zêde bikin."
'LI GUNDAN Û NAVÇEYAN EM BÊHTIR BI HÊSANÎ DIXEBITIN'
Hevseroka HDP'ê ya Trabzonê Pelîn Şîrîn jî diyar kir ku ew li navenda Trabzonê û hemû navçeyan xebatên hilbijartinê dimeşînin. Şîrîn ragihand ku heta niha gelê xwecihî nerazîbûneke neyînî nîşanî wan nedaye û got, "Li navenda bajêr hinek pirsgirêk hene, li hemberî me hin kesên rêxistinbûyî hene. Em bi wan re gelekî mijûl dibin. Ev ne nerazîbûnên şexsî ne, yên komên rêxistinbûyî ne. Li gund û navçeyan em bêhtir bi hêsanî dixebitin. Li hemberî me pêşhikum hene, lê bi axaftinê re ew dişikên. Bi dilgermî em tên oxikirin."