Demîrtaş: Ji bo hesabpirsîna ji AKP’ê divê em deng bidin HDP’ê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, di mîtînga HDP'ê ya li Dêrsimê de axivi û diyar kir ku ji bo serketinê û hesab ji AKP'ê bipirsin pêwîst e teqez dengê xwe bidin HDP'ê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, di mîtînga HDP'ê ya li Dêrsimê de axivi û diyar kir ku ji bo serketinê û hesab ji AKP'ê bipirsin pêwîst e teqez dengê xwe bidin HDP'ê. Demîrtaş, anî ziman ku Dêrsimê her dem li dijî zilmê di ber xwe daye û divê teqez têkoşîna xwe bibe serketinê.

Rêxistina HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li qada Seyid Riza ya Dêrsimê mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de li gel Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş, Hasan Galam, Namzetê HDP'ê yê Îzmirê Pinar Aydinlar, namzetên HDP'ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn jî di navde nêzî 20 hezar kes amade bûn. Piştî axaftina namzetan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demirtaş, diyar kir ku komele û saziyên DHF, PARTÎZAN, EMEP û DBP li Dêrsimê bûn yek û bi hev re dimeşin meclîsê. Demîrtaş bal kişand ser êrîşên li dijî partiya wan û wiha got: "Ew hiqûq û destûra bingehîn nas nakin. Bi hemû hêza xwe êrîşî HDP'ê dikin. Ji bo em bendê derbas dikin êrîşî me dikin. Em bi hevî û bawer dikin ku wekî Qada Seyid Riza li Hemû Tirkiyeyê em dê bigêjin serkeftinê. Em ê piştî hilbijartinê şahiya serketinê û govenda serketinê bigerînin. Em ê têkoşîna dîrokî bi serketinê bi encam bikin. We ti cari li hemberî zilmê serî danexist. Têkoşîna Dêrsimê dirokî ye û wê têkoşîn di vê hilbijartinê de bi ser bikeve."

Demîrtaş bal kişand ser qetilkirina Hamdullah Oge yê li Kanîreşa Çewlîkê hat qetilkirin û wiha got: "Hevalê me qetil kirin. Lê ne serokwezîr û ne jî serokkomar deng ji wan nehat. Li her derê em kirin hedefa xwe. Divê hûn hem dengê xwe bikar bînin û hem jî li sindoqan xwedi derkevin. Kesên bixwazin diziyê bikin hene. Divê em hişyar bin û li sindoqan xwedî derkevin.'

Demîrtaş, herî dawî anî ziman ku ger HDP biçe meclîsê wê kesên bindest xurt bibin û wê hesap ji komkujiyên Dêrsim, Mereş, Çorum û Zîlan bipirsin.