Demîrtaş: Bi sedema pîrozbahiyan sindoqan terk nekin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Eziromê de axivî bang li hemû kesî kir ku heta encam neyê aşkerakirin divê ti kes ji ser sindoqan neçe.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Eziromê de axivî bang li hemû kesî kir ku heta encam neyê aşkerakirin divê ti kes ji ser sindoqan neçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevlî pîrozbahiyan nebin. Heta roja 8'ê Hezîranê pîrozbahî tine ye. Ger hûn sindoqan terk bikin hûn ê destûrê bidin diziya AKP'ê ya dengan jî. Ger em bendê derbas bikin em ê pîrozbahiyê pêk bînin. Bila keda hemû dildar û xebatkarên me vala neçe."

HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Îstasyonê ya Erziromê bi tevlîbûna deh hezaran kesan bi coş mîtîng li dar xist. Di dema welatî ber bi qada mîtîngê ve diherikîn nêzî 2 hezar kesên endamên Baskên Ciwanan ên AKP'ê û Ocaxa Ulkucuyan êrîşî welatiyan kirin. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî koma nîjadperest kir.

JI AKP'Ê ÎSTÎFA KIRIN DERBASÎ HDP'Ê BÛN

Ligel êrîşan môtîng bi coş berdewam kir. îitîngê bi konsera Rojda destpê kir û piştre namzetên HDP'ê gel silav kir. Piştre welatiyên ji AKP'ê îstîfa kirin derbasî HDP'ê bûn. Li ser navê namzetên HDP'ê Seher Akçinar Baha ji gel re axivî û diyar kir ku ew ê li Erziromê bibin dengê aştî û biratiyê û wiha got: "Em destê aştiyê dirêj kir. Lê em dîsa jî bi provokasyonê re rû bi rû ne. Em destûrê nadin vê provokasyonê." Baha bertek nîşanî polîsên li hemberî êrîşê bêdeng man da û wiha axivî: "Demokrasî ji we re jî lazim e. Gelê Erziromê tenê nîn e. Li gel cem wekîlên wan hene."

Piştre Wekîla HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane axivî û diyar kir ku gelê Erziromê bi dagirtina qadê bend derbas kir. Bîrtane anî ziman ku ti zilm vê coşê asteng nake û ev coş wê di 7'ê Hezîranê de bi serketinê tacîdar bibe.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi coş derket ser dikê û girse silav kir. Demîrtaş bang li welatiyan kir ku neyên provokasyonên AKP'ê dixwaze li dar bixe.

'HEMÛ SAZIYÊN DEWLETÊ BI DEST BIXIN'

Demîrtaş da zanîn ku AKP bi hêza bidest xist her saziyê kontrol dike û wiha got: "Dewlet malê partiyek nîn e malê hemû kesiye. Lê şaşiya herî mezin a AKP'ê ev bû. Hatin ser îktidarê û hemû saziyên dewletê bi dest xistin. AKP weke ku hemû saziyên dewletê yên li bajar û gundan ên wan in tevgeriya. Ev yek jî bû sedema ku gel bên hemberî hev û cûdahî pêk bê. Em dema biçin sindoqê em ê bêjin dewlet malê we nîn e yê gel e. Sindoq tê wateya ku hikûmeta şaşî kirye wê ceza bikin."

'EW BI AMERÎKA Û ÎSRAÎLÊ RE DI NAVA TÊKILIYÊ DE NE'

Demîrtaş diyar kir ku armanca wan a herî mezin ew e ku HDP bendê derbas bike û wiha axivî: "Lê AKP, heke HDP bendê derbas bike weke darbeya li hemberî demokrasiyê dixwaze ji gel re bidin nîşandan. Tişta ku mafê me ye û welatiyên ku deng didin me AKP dixwaze bi diziyê wan dengan bi dest bixe û ji bo vê yekê jî dibêje demokrasî. Weke ku em ji Amerîka û Îsrahîlê piştgirî digirin nîşan didin. Yên ku bi wan re di nava têkiliyan de bûn hatin îktidarê ew bi xwe bûn. Dixwazin bi vê yekê me reş bikin. Lê ew ê di nava vê tarîtiyê de bimînin. Li dijî makeqanûna Kenan Evren qîmeta dengê xwe zanibin."

'EM Ê SERKETINÊ DIYARÎ HAMDULLAH BIKIN'

Demîrtaş anî ziman ku duh êvarê dildarê wan ê bi navê Hamdullah Oge hat înfazkirin û wiha pêde çû: "Neyên provokasyonan, bila ev êrîş moralê we xira neke. Dê di 7'ê hezîranê de ji bo Tirkiyeyê aştî derkeve û Partiya Gelan a Demokrasiyê derkeve. Welatiyekî me yê dildar duh êvarê hatiye înfazkirin. Serokkomar û Serokwezîr çiqas me hedef nîşan didin ewqas li hemberî me êrîş pêk tên. Hamdullah şehîdê partiya me ye, em ê serketina HDP'ê diyarî Hamdullah bikin. Hamdullah ti car dest ji demokrasiyê berneda û heta şehîd ket têkoşîna xwe berdewam kir. Em ê layiqê te bin. Sê roj ma divê ti kes neyê provokasyonan û li dora namzetên xwe bibin xelek."

'EM Ê DESTÛR Ê NEDIN DIZAN'

Demîrtaş bilêv kir ku dê bi HDP'ê hemû pirsgirêkên Erziromê jî çareser bibin û axaftina xwe berdewam kir: "Derdê hemû karker, ciwan û jinan derdê me ye. Divê em li sindoqên xwe xwedî derkevin. Divê ti kes nekeve rehetiya ku HDP bendê derbas kiriye. Em li sînorê bendê ne divê ti kes di nava rehetiyê de nebe. Ciwanên Erziromê divê li dengê xwe xwedî derkevin. Diz li her derê diz in em ê destûr nedin ku li ser sindoqan jî diziyê bikin."

Demîrtaş bibîr xist ku Serokkomar, Serokwezîr û berdevkên AKP'ê di hemû kanalan de heqaretê wan dikin û wiha got: "Tenê pirsgirêka wan ew e ku HDP bendê derbas neke. Em bi derbaskirina bendê dixwazin carek din baweriya gel bi demokrasiyê çêbibe. Em dixwazin ji her kesî re nîşan bidin ku hemû gel dixwazin bi hev re bijîn. Partiya ku dibêje ez ê makeqanûna nû çêbikin çima rastî êrîşan tê. Derdê vana gel nîn e saltanata wan e. Em ê bi morê dawî li saltanata wan bînin."

Demîrtaş destnîşan kir ku li her derê Erziromê bi polîtîkayên xwe çandiniyê ji holê radikin û wiha axivî: "Êdî sewalên zindî li vê derê tinene. Ji ber ku ji derva îtalatê dikin. Dixwazin hûn bêkar bimînin û di rêza bêkariyê de bin. Bi vê yekê dixwazin patron zengîntir bin. Ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin divê em di parlementoyê de bi hêztir bin. Li her derê bindest berê xwe dane me."

PÎROZBAHÎ TINEYE

Demîrtaş bang li hemû kesî kir ku heta encam neyê aşkerakirin divê ti kes ji ser sindoqan neçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevlî pîrozbahiyan nebin. Heta roja 8'ê Hezîranê pîrozbahî tine ye. Ger hûn sindoqan terk bikin hûn ê destûrê bidin diziya AKP'ê ya dengan jî. Ger em bendê derbas bikin em ê pîrozbahiyê pêk bînin. Bila keda hemû dildar û xebatkarên me vala neçe."