Ji HDP’ê têkildarî êrîşa Erziromê de daxuyanî
Hevserokatiya HDP’ê ya Erziromê têkildarî êrîşa faşîstan a di mîtînga Erziromê de, daxuyaniyek da û got kesên êrîş pêk anîne ne xwediyên esas ên Erziromê ne.
Hevserokatiya HDP’ê ya Erziromê têkildarî êrîşa faşîstan a di mîtînga Erziromê de, daxuyaniyek da û got kesên êrîş pêk anîne ne xwediyên esas ên Erziromê ne.
Hevserokatiya HDP’ê ya Erziromê têkildarî êrîşa faşîstan a di mîtînga Erziromê de, daxuyaniyek da û got kesên êrîş pêk anîne ne xwediyên esas yên Erziromê ne û wiha got: “Xwediyên esas yên Erziromê wê di 7’ê Hezîranê de di sindoqan de bersiva êrîşan bidin.”
Hevserokatiya HDP’ê ya Erziromê têkildarî êrîşa faşîzan ya duh di mîtîngê de pêk hat de daxuyaniyek da.
HDP’ê da zanîn ku ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin serî li her cureyê êrîşan didin û wiha berdewam kir: “Êrîşên li dijî mîtînga me ya ku duh li qada Îstasyonê bi beşdarbûna hevserokê giştî Selahattîn Demîrtaş pêk hatiye, wê serî bi me netewîne. Me wek gelên ku bi aştî û demorkasiyê bawer, her tim bawer kir ku wê aştî qezenc bike.”
HDP’ê da zanîn ku yên êrîş pêk anîne ne xwediyê esas yên Erziromê ne û got xwediyên esas yên Erziromê wê di 7’ê Hezîranê de bertekên xwe nîşan bidin.
Di berdewamiyê de helwesta polês jî hat rexnekirin û wiha hate gotin: “Di êrîşên pêk hatine de îhmala polêsan heye. Ewlehiya gelê ku bi awayê sivîl û aştiyane mîtîng dikir, negirtiye. Ewlehiya girseyê negirtiye û êrîş jî ji nedîtîve hatine. Her wiha girseya 5 hezar kesî şûnde şandine û nehiştine bikevin qada mîtîngê.
Em ê têkildarî êrîşkaran de gilî bikin. Ev êrîşê faşîzan nayên qebûlkirin. Ev êrî li dijî gelan, biratiyê, demokrasî û edeletê pêk hatiye. Em hemû gelê xwe vexwendî dikin ku bersiva vê di sindoqan de bidin. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin.”