"Em êrîşên li dijî HDP'ê bi tundî şermezar dikin"
Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê da û bal kişand ser rola AKP'ê ya di van êrîşan de.
Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê da û bal kişand ser rola AKP'ê ya di van êrîşan de.
Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê da û bal kişand ser rola AKP'ê ya di van êrîşan de.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên di kesayetiya HDP'ê de li hemberî gelên bindest tên kirin, ji aliyê kevneşopiya dewleta nîjadperest-tekparêz-faşîst a ji patenta AKP'ê ve tên organîzekirin û hat gotin, "Di encama 170 êrîşên di vê pêvajoya hilbijartinê de hatin kirin bi dehan mirovên me birîndar bûn, li Çewlikê Hamdûllah Oge hat qetilkirin, li Erzîromê ji ber şewitandina otobusa hilbijartinê ya HDP'ê gelek kes di encama êrîşa faşîstan de birîndar bûn, Aydin Taşkesen bi giranî birîndar bû."
'AKP'Ê NEKARÎ XWE LI HEVGIRTINA BINDESTAN RABIGIRE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwendiya van êrîşan bi xweranegirtina AKP'ê li hevgirtina gelên bindest heye û hat gotin, "Sê roj beriya hilbijartinê AKP bi êrîş û provokasyonan re hewl dide xwe ji nava çirava di nav de çikiyaye, rizgar bike. Lê bi kêr nayê! Gelên bindest wê kombûna xwe ya li dora HDP'ê bi xurtkirina destketiyên xwe re vê pêvajoyê dewam bikin. Em ê van destketiyan bi pêvajoya hilbijartinê re bi sînor nehêlin û ji bo di dema pêş de jî dewam bikin, em ê di asta herî bilind de fedekariya xwe dewam bikin. Em li dijî êrîşên nîjadperest-faşîst bisekinin!"