Berdevkê HDP’ê Bîlgen diyar kir ku AKP li Geverê di nav hewldana komkujiyê de ye û got: “Kesên bi komkujiyan bersivê didin daxwaza demokrasî, aştî û edaletê ya gel wê di tarîtiya dîrokê de bên veşartin.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen anî ziman ku piştî duh saet 23.00’an Walîtiya Colemêrgê li Colemêrg-Geverê derketina derve qedexe kir, gel li hember vê û ji bo protestokirina şer çalakiya dengderxistinê pêk aniye. Bîlgen wiha dewam kir: “Lê hikûmetê dîsa bêtehemuliya xwe nîşan daye bi tank, panzer, gaz, bombe û guleyên plastîk êrîş kiriye û hewldana komkujiyê piştî li Licê, Farqîn û Gimgimê dewam kiriye.”
'WÊ DI TARÎTIYA DÎROKÊ DE BÊN VEŞARTIN'
Bîlgen tiştên li Geverê rû didin wek “hewldana komkujiyekê” pênase kir û got: “Pêwîst e hikûmet tavilê dawî li vê konsepta şer, hewldanên kuştinê yên jiyana welatiyên sivîl û qadên jiyanê tine dike bîne. Kesên bi komkujiyan bersivê didin daxwaza demokrasî, aştî û edaletê ya gel wê di tarîtiya dîrokê de bên veşartin.”