Demîrtaş û Yuksek, li Awûstûrya civîna çapemeniyê li dar xistin
Serokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş û Serokê Giştî yê DBP’ê Yuksel li Awûstûrya civîna çapemeniyê pêk anîn.
Serokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş û Serokê Giştî yê DBP’ê Yuksel li Awûstûrya civîna çapemeniyê pêk anîn.
Serokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş û Serokê Giştî yê DBP’ê Yuksel piştî hevdîtina bi Serokkomarê Awûstûrya Heînz Fîscher re civîna çapemeniyê pêk anîn.
DEMÎRTAŞ: ROLA HDP'Ê MEZIN E
Demîrtaş ê di civînê de axivî diyar kir ku polîtîkayên partiya xwe ji Fîscher re ragihandine.
Demîrtaş, bal kişand ku tevî HDP nû hatiye avakirin jî îmze li bin serketinên mezin dane û got: “Ji lewra ji bo di raya giştî ya navneteweyî ya Ewropayê hê baştir bê naskirin em girîngiyê didin hevdîtinên dîplomatîk.”
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: “Li welatê me pirsgirêka herî girîng pevçûnên ku ji nû ve destpê kirine. Pêvajoya tevî hemû zehmetiyan 2 û nîvan dewam kir ku qediya bû sedem ku ji nû ve xwîn birije. Em jî giraniyê didin xebateke têkildarî vê mijarê. Me bendawiyên xwe yên ji Serokkomar ên têkildarî wek welatekî endam tevkariyê li aştiya hundir a Tirkiyeyê bike, agirbesta dualî, ji bo vegera muzakereyan avakirina polîtîkayeke ku cesaretê dide anî ziman.”
'DIVÊ JI BO ROJAVA TEVKARÎ BÊ KIRIN'
Demîrtaş bal kişand ser tehdîda DAIŞ’a dijminê mirovatiyê û got ku tevkariya raya giştî ya navneteweyî ji berxwedana Rojava re girîng e.”
YUKSEK: AKP BINÇAV DIKE,DIGIRE Û BI GEL RE PEV DIÇE
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Yuksek jî diyar kir armanca wan ev e ku pergaleke xwe dispêre demokrasiya xwecihî ya li Awûstûryayê ava bikin. Yuksek ê bal kişand ser polîtîkayên şer ên ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan û AKP’ê de tên meşandin û diyar kir ku tê xwestin li Tirkiyeyê “rejîma yekkesî” bê îlankirin.
Yuksek ragihand ku di dema nêz de zêdetirî 1200 kes hatine binçavkirin, zêdetirî 420 kes hatine girtin, dîsa 7 hevşaredar jî hatine girtin. Yuksek anî ziman ku ji bo zextên AKP’ê ji holê bên rakirin piştgirî ji Awûstûryayê xwestine û got pevçûnên li bajarên Kurdistanê hê zêdetir di navbera AKP-Dewlet û gel de pêk tên.