BI DÎMEN

Li Cenevreyê ji bo Mexmûrê banga lezgîn hat kirin: NY’ê divê berspirsyariya xwe bi cih bîne

Kurdistaniyên ku li pêşiya avahiya NY’ê li hev civiyan, li dijî zextên ku li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî zêde bûne bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lezgînî mudaxele bikin.

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di salên 1990’î de ji herêmên Bakurê Kurdistanê bi darê zorê hatin koçberkirin û ji sala 1998’an ve di bin kontrola NY’ê de ye, di hefteyên dawî de rûbirûryê dorpêçekî nû ye. Piştî peymana ewlehiyê ku di 7’ê Nîsana 2025’an de di navbera Tirkiye û Iraqê de hat îmzekirin, hêzên ewlehiyê yên Iraqê wargehê dorpêç kirin. Xwegihandina pêwîstiyên mirovî yên bingehîn ên wekî elektîrîk, av û xizmetên tenduristiyê di astekî mezin de hate astengkirin.

DOSYA PÊŞKÊŞÎ NY’Ê HAT KIRIN

Beriya xwepêşandanê heyetekî ku ji penaberên Mexmûrê û nûnerên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk dihat, dosyayekî têkildarî rewşa wargehê pêşkêşî Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’ê (UNHCR) kir. Heyetê daxwaz kir ku berpirsyariyê bigirin.

‘BÊDENGÎ ŞIRÎKATÎ YE’

Piştre li Qada Nations ê li pêşiya NY’ê mitîng hat lidarxistin. Mitîng ji bo bîranîna ji damezrîner û rêveberên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre siyasetmedar Nûrettîn Tûrgût têkildarî rewşa heyî ya wargehê agahî dan.

Li ser navê Ciwanên Mexmûr Bariş Yaman jî daxwazên wargehê bi zimanê Fransî ji raya giştî ya navneteweyî re xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî wargeh 27 sal in di bin parastina NY’m de ye jî ji aliyê Tirkiye, Iraq û Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) ve rastî êrîşan tê.

DIXWAZIN WARGEHÊ TUNE BIKIN

Li wargehê ku di êrîşên DAÎŞ’ê ên sala 2014’an de kete bin xeteriyekî mezin, di salên dawî de ji ber êrîşên SÎHA’yên dewleta Tirk gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 10’ê Nîsana 2025’an de hêzên ewlehiyê yên Iraqê wargehê bi temamî dorpêç kirin; vegera karkerên ji derveyî wargehê jî hat astengkirin.

12’ê Gulanê heyetekî ku ji nûnerên wargehê pêk dihat, piştî ku li Bexdayê bi Wezîrê Edaletê yê Iraqê re hevdîtin kirin hatin binçavkirin. Tevî ku çend roj bi ser derbas bûn jî daxuyaniyekî fermî ne ji bo rêveberên wargehê ne jî ji bo raya giştî nehat dayîn.

DAXWAZ

Di daxuyaniya li ser navê şeniyên Mexmûrê de ev daxwaz hatin rêzkirin.

-Divê nûnerên wargehê yên di binçavan de werin berdan.

-Divê statuya penaberiya siyasî ji bo şeniyên wargehê were naskirin.

-Divê dorpêça leşkerî were rakirin û dawî li operasyonan were anîn.

-Divê nasname werin nûkirin.

-Divê vegera karkerên ji derveyî wargehê neyê astengkirin.

-Divê di navbera hikûmeta Iraqê û rêveberiya wargehê de muzakereyên rasterast û qanûnî werin destpêkirin.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ HAT REXNEKIRIN

Bêdengiya NY’ê û civaka navneteweyî bi tundî hate rexnekirin û wiha hate gotin, “Nabe ku NY’ê li dijî binpêkirinên mafan ên li wargehê bêdeng bimîne.”

Rêxistinên diasporaya Kurd a li Ewropayê jî peyamên piştevaniyê şandin û destnîşankirin ku şeniyên Mexmûrê ne bi tenê ne.

ÇALAKÎ WÊ DEWAM BIKIN

Çalakî bi dirûşmeyên “Şeniyên Mexmûrê ne bi tenê ne”, “NY’ê berpirsyariya xwe bi cih bîne” û “Raya giştî ya navneteweyî bikeve tevgerê” bi dawî bû.