Kurdistaniyan ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez banga, “edalet û ronahiyê” kirin.
ANF
PARÎS
çarşem, 26 gelawêjê 2015, 15:27
Kurdistaniyan ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez banga, “edalet û ronahiyê” kirin.
Meşa her Çarşem heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan tê lidarxistin vê hefteyê jî saet 14.00’an ji ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê destpê kir. Di çalakiyê de endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst bi flamayên xwe beşdar bûn.
Meşa bi dirûşmên, “Em edaletê dixwazin”, “Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk”, “Qatil Tirkiye”, “Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne” heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan pêk hat, piştî meşê li ser navê şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk hat.
Di axaftinên kurt ên li ser navê Tevgera Jinên Kurd hatin kirin, careke din hat dubarekirin ku hêzên li pişt komkujiya Parîsê derkevin holê. Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.