BI DÎMEN

Heyeta HDP-DBP'ê bi Serokkomarê Awûstûryayê re hevdîtin kir

Heyeta HDP-DBP'ê, bi Serokkomarê Awûstûryayê Heînz Fîscher re duh li Qesra Serokkomarê hevdîtin kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Alîkarê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû, Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan bi Serokkomarê Awûstûrya Heînz Fîscher re hevdîtin kirin.

Di hevdîtina li Qesra Serokkomariyê de, polîtîkaya çareseriyê ya HDP'ê, bûyer û qewimînên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nrixandin. Di hevdîtinê de nûnerên Konseya Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) jî amade bûn.

Demîrtaş û heyeta pê re wê starta hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, bi mîtîngeke mezin a li paytext Viyanayê bide.

...