HDK: Ji qirkirina siyasî re na!

HDK’ê xwest operasyonên qirkirina siyasî bên rawestandin.

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand xwest operasyonên qirkirina siyasî bi dawî bibin.

HDK’ê got: “Hikûmeta AKP’ê ya demkî, encamên di hilbijartina 7’ê Hezîranê de derketin holê ku hezm nekir, gava yekemîn a rêveberiya darbeya sivîl li Pirsûsê bi qetilkirina 33 hevrêyên me avêtiye. Di serî de li Kurdistanê li gelek deverên Tirkiyeyê, pêngavên provokasyonên nû û li cihên weke Dêrsim, Licê û Cûdî ku çiyayên Kurdistanê dide ber êgir, di nav wan de rêveberên HDK-HDP-DBP jî ku hene pratîkeke qirkirina siyasî nîşan dide.

'AKPÊ ŞÎDET PÊŞ XIST, BINÇAV KIR Û GIRT'

HDK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya demkî li Kurdistanê bi hinceta pratîkên xwerêveberiyê li hember hevşaredarên Farqîn, Sûr û Licê, hilbijartî û rêveberên HDP-DBP’ê operasyon pêk aniye. Duh jî li Gevera ku ev hemû polîtîka lê tên meşandin me dît ku 3 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine înfazkirin.”

'BILA MANTIQA RÊVEBERIYA AWARTE BÊ DERBASKIRIN'

HDK, bang li hikûmeta Hilbijartinê ya wê bê avakirin kir ku mantiqê rêveberiya awarte û şîdeta ku AKP’ê bi awayekî zanebûn pêş xist, bi dawî bike û wiha got: “Di vê pêvajoya nû ya hilbijartinê de, em bang li gelên me yên garantorên esasî yên aştiyê ne, hêzên şoreşger û demokratîk , bi giştî gelên li Tirkiye, karkeran, kesên tên pelçiqandin û jinan dikin da ku van polîtîkayên şer ên qirêj bisekinînin, li qadan dengê xwe bilind bikin û bi çalakiyên cur bi cur helwesta xwe diyar bikin.”