Li Cizîrê yek zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Piştî êrîşa li hemberî Fermandariya Garnîzona Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin.
Piştî êrîşa li hemberî Fermandariya Garnîzona Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin.
Piştî êrîşa li hemberî Fermandariya Garnîzona Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket û di encama pevçûnan de zarokê 7 salî yê bi navê Baran Çagli û welatiyê bi navê Mesut Sanir ê ku bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê polîsan destûr nedan mudaxeleya wî bikin jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera ciwan û tîmên taybet de pevçûnên destpê kirin bi dijwarî berdewam dikin. Di dema pevçûnan de zarokê bi navê Baran Çagli yê 7 salî yê di bin dîwarê xerabûyî de ma jiyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Mesur Sanir (28) jî bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Polîsan ketin û derketina nexweşxaneyê girtin, destûr nedan ti kes mudaxeleyî Sanri bike ev jî bû sedem ku Sanir jiyana xwe ji dest bide.
Tê gotin li Taxa Nûr endamên Partiya Hur Davayê jî bi çekan gule berdan ciwanan û piştî ciwanan bersiva wan da hate gotin ku endamê Partiya Hur Davayê Marûf Gozungu birîndar bû. Endamên Partiya Hur Dava bi çekan êrîşî Navenda Çandê ya Şaredariyê ya li Girê Evînê kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê jî gelek welatiyên li Navenda Çandê binçav kirin.