Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Elmanyayê hat avakirin
HDP'ê, starta hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, duh li bajarê Elmanya Kolnê bi avakirina Koordînasyona Elmanyayê re da. Koordînasyon wê ji 21 kesan pêk were û sê berdevkên xwe hebe.
HDP'ê, starta hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, duh li bajarê Elmanya Kolnê bi avakirina Koordînasyona Elmanyayê re da. Koordînasyon wê ji 21 kesan pêk were û sê berdevkên xwe hebe.
HDP'ê, starta hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, duh li bajarê Elmanya Kolnê bi avakirina Koordînasyona Elmanyayê re da. Koordînasyon wê ji 21 kesan pêk were û sê berdevkên xwe hebe.
Ji bajarên cuda yên Elmanyayê, nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên Asûrî-Suryanî û tevgera jinê tevlî civînê bûn.
Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevserokên NAV-DEM'ê Yuksel Koç û Fatoş Goksûngûr ve hat kirin. Koç bal kişand ser hin kêmasiyen di 7'ê Hezîranê de rû dan û destnîşan kir ku jib o di vê hilbijartinê de ev kêmasî dubare nebin, divê xebateke bêhtir organîzeyî were meşandin. Goksûngûr jî da zanîn ku girîng e jin û ciwan bêhtir bi awayekî çalak beşdarî xebatên hilbijartinê bibin û bang li jin û ciwanan kir ku di hemû komîsyonên bên avakirin de bibin hêza rêvebirinê.
Piştî axaftina vekirinê ya Hevserokên NAV-DEM'ê, nûnerên hemû saziyê beşdarî civînê bûn mafê axaftinê wergirtin û nêrînên xwe anîn ser ziman. Qisekeran gotin, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li gelek welatên Ewropayê me xwe gihand armanca xwe. Lê belê li Elmanyayê gelekî kêmî bendewariyên me deng hatin bidestxistin. Ev yek jî kêmasiyek ji ber me ye. Me bi têrkerî girseya gel nebir ser sindoqan. Ji bo ev kêmasî dubare nebin wê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Elmanyayê van xebatan li cih bişopîne, xebatên birin û anîna gel ji bo dengdayînê bi rêk û pêk bike û ji hemû kêmasiyên rû dane re çareseriyê peyda bike."
Nûnerên partiyan dan zanîn ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê di mercên girantir de werin kirin û gotin, "Hilbijartinên 1'ê Mijdarê di bin çekê de tên kirin û di demeke ku koçberî li ser gelek Kurdan tê ferzkirin de pêk tê. Ji ber vê yekê em dizanin ku ev hilbjiartin ne hilbijartineke demokratîk e. Tevî vê yekê jî tecrûbeyên hevalên me li ser van mijaran hene. Li gorî vê yekê wê tedbîrên xwe bigirin. Em dizanin ku gelê li Ewropayê bûyer û qewimînên siyasî Yên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Em dikarin bêjin ku niha li Tirkiyeyê du derdor hene. Yên destekê didin Erdogan û yên li dijî wî derdikevin. Ji ber vê yekê divê em xeta polîtîk a HDP'ê bi têrkerî nîşanî gelê li derveyî welat dijî bidin. Yekane partiya ku sekna xwe neguhertiye û li ser xeta xwe maye HDP ye, lewma destê me bêhtir xurt e. Ya ku niha dikeve ser milê me xwegihandina gelê me yê li Ewropayê ye. Ji bo vê jî em ê hemû derfetên propaganda yên weke mîtîng, qada înternetê, broşur hwd. bi kar bînin, xwe bigihînin gelê xwe û wan bixin nava tevgerê."
Li aliyê din dema daliqandina lîsteya hilbijêran jî zelal bû. Li gorî vê yekê, lîsteya hilbijêran wê heta 10'ê Îlonê daliqandî be. Hilbijêrên heta vê demê qeyda xwe çênekirine, wê êdî nikaribin qeyda xwe çêbikin û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nikaribin dengê xwe bi kar bînin.
Welatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê ji 8'ê Cotmehê û pê ve biçin ser sindoqan û li 13 navendan dengê xwe bi kar bînin. Dengdana li derveyî welat wê di 25'ê Cotmehê de bi dawî bibe. Dengdana li deriyê gumrukê jî wê heta 1'ê Mijdarê dewam bike.