Li Geverê êrîşa polîsan: 3 mirî, gelek birîndar
Polîs û leşkerên Tirk bi çekên giran û hawanan êrîşî taxên Orman, Kişla û Mezarlik ên Geverê irin. Di êrîşan de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan sivîl birîndar bûn.
Polîs û leşkerên Tirk bi çekên giran û hawanan êrîşî taxên Orman, Kişla û Mezarlik ên Geverê irin. Di êrîşan de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan sivîl birîndar bûn.
Li taxên Orman, Mezarlik û Kişla yên Geverê, ku ciwan lê xwe diparêzin, duh bi şev saet di 23:30 de Walîtiya Colemêrgê derketina derve qedexe kir. 5 deqe heman piştî vê qedexeyê polîs û leşkeran êrîş kirin. Di destpêkê de ji leşkergehê hawan li taxên sivîlan hatin barandin. Piştî avêtina hawanan, polîs û leşkeran hewl dan bi maşînên zirxî ji gelek nuqetyan bikevin nava taxan û di navbera hêzên dewletê û hêzên xweparastinê de pevçûnên dijwar qewimîn.
Pevçûnên saet di 23:35'an de destpê kirin heta danê sibehê dewam kirin û di dema destpêkirina pevçûnan de xetên elektrîk û telefonê yên li van taxan hatin birîn. Li taxên ku hewldaneke mezin a komkujiyê hat kirin, dengê pevçûn û teqînan li tevahiya navçeyê hat bihîstin. Şêniyên navçeyê heta sibehê nikarîbûn razên.
Di êrîşa hêzên dewleta Tirk de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û hin jê giran zêdeyî 10 kes birîndar bûn. Danê sibehê girseya gel xwest biçe taxa Ormanê lê belê ji maşînên zirxî gule li gel hat reşandin. Tevî gulereşandin û birîndarbûnan jî gel ket nava taxê. Mudaxleya destpêkê ya li ciwanên li pêşiya bendan birîndar bûn, ji aliyê gel ê astengiya polîsan derbas kir ve hat kirin.
Ji mizgeftan jî anons hat irin û bang li her kesî hat kirin ku alîkariyê bidin sivîlên li qada pevçûnê asê mane. Bi herikîna gel ber bi taxan re, kêm be jî polîsan xwe hinekî vekişandin û li ser rêya Cengîz Topel û Şemzînanê bi cih bûn. Li navçeyê hînê dengê çekan carna tê bihîstin. Ji ber gulereşandina polîs û leşkerên Tirk, gelek malan jî zerar dîtin.