Heyeta ji DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û ÎHD'ê, ku ji bo biçe Şemzînanê ji Colemêrgê ket ser rê, li pêşiya Geverê hat sekinandin.
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû ya di nava heyetê de cih digire got, "Ev du roj in em li Colemêrgê bûn. Li gorî bernameya me, em ê biçûna Şemzînanê, piştî hevdîtina bi gel û qeymeqam re em ê vegeriyan Geverê. Ji bo çûyîna Şemzînanê divê mirov di Geverê re derbas bibin. Lê belê em li pêşiya navçeyê hatin sekinandin. Nahêlin em bikevin nava navçeyê."
Çerkezoglû diyar kir ku bi îdîaya 'pevçûnên li navçeyê û nebûna ewlekariya jiyanê' destûra derbasbûnê ji wan re nayê dayîn û got, "Me xwe gihandin heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya li pêşiya navçeyê. Kedkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê endamê konfederasyona me ne. Me xwest bi wan re hevdîtinê bikin. Lê belê polîsên tevgear taybet destûr nedan em bikevin hundirê nexweşxaneyê.
Du roj in li Colemêrgê me bi gel, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, rayedarên şaredariya û Walîtiyê re hevdîtin kir. Li vê derê rewşa şer ji her alî ve li pêş çavan e. Ya ku me li vir dît, ev e: li vir şer heye. Agahî hat ku li Geverê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne. Hêvîdarim em ê li encamên girantir rast neyên. Hevdîtinên me yên bi rayedaran re dewam dikin. Em li bendê ne pêşî li me were vekirin."