Polîtîkayên şer ên AKP'ê li Mannheîmê hatin protestokirin
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, polîtîkayên şer ên AKP'ê bi awayekî girseyî hatin protestokirin.
ANF
MANNHEÎM
pêncşem, 27 gelawêjê 2015, 07:02
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, polîtîkayên şer ên AKP'ê bi awayekî girseyî hatin protestokirin.
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê mîtîngek protesteyî hat lidarxistin. Di çalakiya ku Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Die Linke û MLPD'ê destek dan de, pankarta bi nivîsa "AKP li Kurdistanê komkujiyan dike" hat hilgirtin.
Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de, li ser navê Navenda Civaka Kurd Ramazan Ozuak peyivî. Ozuak anî ziman ku AKP a nekarî xwe li serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê rabigire, niha aştiya bi Kurdan re qebûl nake û hewl dide gelê Kurd qetil bike. Ozuak destnîşan kir ku ew ê di 1'ê Mijdarê de careke din Kurdistanê ji AKP'ê paqij bikin.
Li ser navê Die Linke jî Gokay Akbûlût peyivî û diyar kir ku divê êdî dawî li komkujiyên li Kurdistanê tên kirin were anîn. Akbûlût banga piştevaniya navneteweyî kir.