Serokê Desteya Kontrolê ya ÎHD’ê: Dewlet taxan bombebaran dike
Êrîşên dewleta Tirk ên duh piştî qedexeya derketina kolanan li Geverê destpê kirin û li hember vê berxwedana gel didome. Serokê Desteya Kontrolê ya ÎHD’ê ya Colemêrgê Canan çavdêriyên xwe yên destpêkê ji ANF’ê re ragihand.
ZEYNEP KURAY
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 27 gelawêjê 2015, 16:25
Êrîşên dewleta Tirk ên duh piştî qedexeya derketina kolanan li Geverê destpê kirin û li hember vê berxwedana gel didome. Serokê Desteya Kontrolê ya ÎHD’ê ya Colemêrgê Tayyup Canan çavdêriyên xwe yên destpêkê ji ANF’ê re ragihand. Canan diyar kir ku çawa derketin derve hat qedexekirin, êrîşî taxxa Orman kirine û got, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 5’an zêdetir in. Canan diyar kir ku bombe bi ser gel de barandine.
HEJMARA KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE JI PÊNCAN ZÊDETIR E
Serokê Desteya Kontrolê ya ÎHD’ê ya Colemêrgê Tayyub Canan li Taxa Orman a Gever a Colemêrgê lêkolîn kir got ku hejmara kesên di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ji 5’an zêdetir e. Canan ragihand ku agahiyên nasnameya kesên ji derveyî Fettah Es ên jiyana xwe dest dane nehatine zelalkirin. Canan got ku piştî ku li navçeya Gever a Colemêrgê di saet 23:30’an de qedexeya derketina derve hat ragihandin, dewletê êrîşî Taxa Ormanê kiriye. Canan ragihand ku di saet 23:45’an de ji Qereqola Kamişli ya Jendermeyan li peyhev avêtina topên hewanê ya Taxa Ormanê destpê kiriye. Canan diyar kir ku piştî vê êrîşê polîs, leşker û tîmên taybet ên bi tank, wesayîtên zirxî yên dûpişk û kirpî ketine taxên Orman, Mezarlik, Yeşîldere, Cûmhûriyet, Dîze û Eskî Kişlayê dorpêç kirine. Canan da zanîn ku polîs û leşker ji wesayîtên zirxî derneketine û ji wesayîtan gulebaran kirine.
‘YEK JI HEDEFÊN TOPÊN HEWANAN MALA ÎMAMÊ PÎR BÛ’
Canan diyar kir ku topên hawanê û roketavêjên ji Qereqola Kamişli ya Jendermeyan hat avêtin 4 mal xera kirine. Canan wiha dewam kir, “Yekem topa hawanê ya hat avêtin li mala Ahmet Yakiş ketiye û bane male bi temamî hilweşiyaye. Ji ber vê sedemê ferdên malê neçar mane ku biçin jêrzemînê de bimînin. Di tevahiya şevê de tirsa bombekirinê jiyan kirine. Niha mal di rewşeke ku neyê bikaranîn de ye. Mala welatiyê bi navê Abdullah Kaya jî bi topa hewanê xera bûye. Mala welatiyê taxê yê bi navê Alaatîn Aksûjî bi heman şêweyî ye. Welatiyê sivîl ê bi navê Fettah Es ê di dema êrîşan de li dervebû jiyana xwe ji dest da.”
Canan bal kişand ku ji malên hedef hatine girtin yek jê mala Mele îbrahîm Akdogan e û bi vê êrîşê birîndar bûye. Ji ber nehatina ambulansê jî gel ew rakiriye kolaneke din û ji wir derbasî nexweşxaneyê hatiyê kirin.
Canan destnîşan kir ku dewletê xendeqên hatine kolan ji xwe re kiriye hincet, li hemberî gel êrîşeke mezin pêk aniye û ev êrîş jî ji berê ve hatiye plankirin. Canan diyar kir ku gel di destpêka rojê herikî kolanan, dest ji kolanan bernedaye û got: “Ji 7’an heta 70’yan her kesî aştî qîr kir.”