Demîrtaş: Dengê şer ji Enqereyê derdikeve

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berî gera xwe ya Viyana pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berî gera xwe ya Viyana pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze û wiha axivî: "Ji bangên aştiyê û îsyana li ser cenazeyên şehîdan li Enqere bersiveke bi aqlê selîm nayê. Heqaret û gef tên. Bersivên 'Em ê heya dawî zarokên xwe feda bikin û şer bidomînin' tên. Lê em ê dîsa jî bangên xwe yên aştiyê didomînin. Ji ber ku Qendîlê daxuyanî hat û gotin, 'Em ji muzakere û agirbesta dualî re amade ne.' Em ji pirsgirêkê bi axaftinê çareser bikin amade ne. Em girêdayî mutabakata Dolmabahçe ne. Lê dengê li Enqere derdikeve dengê şer e. Lê divê em israr bikin. Divê me gel û civak sirar bikin û heya Enqere dengê me dibihîze. Heya Qesr dengê me yê aştiyê dibihîze em ê dengê xwe bilind bikin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berî gera Viyanayê li Balafirgeha Ataturkê pirsên rojnamegeran bersivand. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek bi Demîrtaş re tevlî gera Viyanê bûn.

'WÊ HEVALÊN ME DI KABÎNEYÊ DE CIH BIGIRIN'

Demîrtaş têkildarî pirsên wê di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin bersivandin û got ku hêj nav zelal nebûne û wiha got: "Hûn dixwazin di vê mijarê de xebatekî Birêz Serokwezîr divê pêk bê. Wê îro sibê xebata wî xilas bibe. Piştî wê. Em ji civak Tirkiyeyê û gelê xwe re di her qadê de dixwazin xizmetê bikin. Wê di kabîneya demî de û hikûmeta hilbijartinê de hevalên me yên HDP'î cih bigirin. Berjevendiyên gelê Tirkiyeyê çi bin em ê li gorî wê xizmetê bikin. Hewcehiya me ya lezgînî çiye? Aştiye. Divê hîsa jiyana bi hev re bihêz be. Edalet e. Ewlehiya hilbijartinê ye. Ji bo van hemûyan pêk bînin hevalên me wê di kabîneyê de cih bigirin. Kîjan hevalê me be ferq nake. Ji bilî her du hevserokên me 78 wekîlên me ji bo vî karî amade ne."

'JI BANGA AŞTIYÊ RE LI ENQERE TI BERSIVEKE BI AQLÊ SELÎM NAYÊ'

Demîrtaş têkildarî pirsa banga "bila dest ji tetîkê bên kişandin" bertekên girtin jî bersivandin. Demîrtaş anî ziman ku bang tên wateya tercumaniya dengê gel, daxwazên gel û hîsên gel. Demîrtaş da zanîn ku civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze û wiha axivî: "Ji bangên aştiyê û îsyana li ser cenazeyên şehîdan li Enqere bersivekî aqlê selîm nayê. Heqaret û gef tên. Bersivên 'Em ê heya dawî zarokên xwe feda bikin û şer bidomînin' tên. Lê em ê dîsa jî bangên xwe yên aştiyê didomînin. Ji ber ku Qendîlê daxuyanî hat û gotin, 'Em ji muzakere û agirbesta dualî re amade ne.' Em ji pirsgirêkê bi axaftinê çareser bikin amade ne. Em girêdayî mutabakata Dolmabahçe ne. Lê dengê li Enqere derdikeve dengê şer e. Lê divê em israr bikin. Divê me gel û civak sirar bikin û heya Enqere dengê me dibihîze. Heya Qesr dengê me yê aştiyê dibihîze em ê dengê xwe bilind bikin."

HDP STARTA HILBIJARTINÊ JI VIYANAYÊ DIDE

Demîrtaş bilêv kir ku ew ê li Serokomarê Awûstûryayê re hevdîtinê pêk bînin û starta hilbijartinan jî wê ji Viyanayê bidin û wiha berdewam kir: "Ji bo polîtîkayên me ya partiyê vebêjin hatibû plankirin. Em hefteya bihurî li Swedê bû. Vê hefteyê jî em ê li Awûstûrya û Belçîkayê bin. Li Viyanayê em ê bi Serokomar re bên cem hev. Piştre jî li Belçîka û Elmanyayê wê hin hevdîtinên me pêk bên. Armanca ew e li qada navneteweyî partiya xwe bidin nasîn û pêşniyarên xwe yên çareseriyê vebêjin. Di heman demê de em bi hilbijêrên xwe re jî tên cem hev, civînên gel û mîtîngan li dar dixin. Em ê kampanyaya xwe li wê derê bidin destpêkirin."

Demîrtaş got ku Tirkiyeyê AKP'ê biryara şer girtiye û gel jî di ferqa vê yekê de ye û wiha axivî: "Hemû kes dizanin ku Tirkiye nemecburî vê pevçûnan e. Ev ne tiştekî mecbûrî ye. Ji ber ku hemû kes dizanin, gel niyet û samîmiyeta HDP'ê dibînin. Van biryaran em nadin. Em dixwazin ji vî biryara şer bê vegerandin û ji bo vê yekê jî hewldanên xwe yên aştiyê didomînin. Civak jî vê dibîne, dixwîne. Ev ê bibe deng an nebe em hesabê vê nakin, bila eştî pêk bê, nehatina dengan îradeya gelan e, em ê li hemberî vê rêzdar bin."

'TIFAQ NE BAZARIYA QOLTIX E'

Demîrtaş destnîşan kir ku di hilbijartinan de ji sedî 50 deng bigirin jî ewê koalîsyonê ava bikin, Tirkiye wê bi koalîsyona berfirah rehet be. Demîrtax wiha got: "Partiya min di hilbijartinê de ji sedî 50 deng bigire û 400 parlamenterên me hebe jî ev ne wekî xeyal e. Em ê dîsa koalîsyonê pêk bînin. Heza me ya bi tena serê xwe hêza guhertina makeqanûnê hebe jî em ê bi tena serê xwe hikûmetê ava nekin û koalîsyonê ava bikin. Ji ber ku bihevre rêvebirin, parvekirina rêveberiyê wê civakê rehet bike. Ji bo pêkanîna hin karan wê firsendê biafirîne. Gelo rêveberên dewleta Tirk qet ji dîrokê ders dernaxin? Tişta ku hûn dibêjin îxtidar ne bazariya qoltixê ye. Tifaqên dîrokî hene. Bila li dîrokê binêrin. Li Selçukiyan, osmaniyan, dema avakirina komarê binêrin. Kî biaqilane tevgeriya ye û bi civakê re, kurdan de, gel re tifaq çêkirine ji hêzekî mezin derketiye. Niha ev wekî bazariya erzan a koalîsyonê li tifaqan dinêrin. Em wina nanêrin. Em qala hêza tifaqa mezin a li Rojhilata Navîn dikin. Hikûmet erzan nêzîk dibe, erzan difikire û ji van tifaqan encamên rast dernaxîne. Ji ber ku dernaxîne jî pêvajoya çareseriyê dixe sarincê û pevçûnê ferz dike. Sedem ev e."