Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Odeya Tabîban şaxên Amedê tevî Baroya Amedê terora polîsan a 18'ê Tebaxê ya li navçeya Farqînê lêkolîn kirin û encamên van lêkolînên xwe bi raporeke binpêkirina mafên mirovan, di civîneke çapemeniyê de bi raya giştî re parve kirin.
Di civînê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Nûnerê TÎHV'ê Bariş Yavûz, Alîkarê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Hevserokê MHD Şaxê Amedê Serhat Karaşîn û Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay amade bûn.
Bîlîcî detayên raporê parve kir û destnîşan kir ku di dema operasyona li navçeyê de hêzên ewlekariyê yên dewletê, ji bo jiyan û mafê welatiyan bên binpêkirin tevgeriyane. Bîlîcî anî ziman ku ewlekariya gel ji ber çavan nehatiye girtin, gel hedef hatiye girtin û gef li can û malê gel hatiye xwarin.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Bîlîcî der barê binpêkirina mafên mirovan ên li navçeyê de tespîtên di raporê de cih girtin, bi vî rengî aşkera kir:
"Di 18'ê Tebaxa 2015'an de Walîtiya Amedê li navçeya Amed Farqînê ji saet 01:00 pê ve ji bo demeke nediyar derketina derve qedexe kiriye û dest bi amadekariya operasyoneke berfireh hatiye kirin. Ji nîvê şevê û pê ve bi maşînên zirxî û tîmên taybet re gelek personelên ewlekariyê li navçeyê hatine bicihkirin.
Beriya ragihandina qedexeya derketina derve, li navenda navçeyê û hemû gundên ser bi navçeyê xetên elektrîk, av, înternet û şebekeya mobîl hatine qutkirin. Qutbûna van xetan heta 19'ê Tebaxa 2015 saet 07:00 dema bidawîbûna qedexeya derketina derve, dewam kiriye.
Bicihanîna operasyona hat plankirin, li gorî vegotinên şahidan û encamên lêkolînan, bi awayekî ku gefê li ewlekariya can û malên welatiyên sivîl dixwe hatiye kirin û li hemberî welatiyên sivîl çekên rastî hatine bikaranîn.
Di dema operasyonê de hêzên ewlekariyê gule li mal, kargeh û wesayîtên welatiyên sivîl reşandine û şewitandine.
Ji ber gulereşandina hêzên ewlekariyê, gelek mal, kargeh û wesayîtên taybet zerar dîtine, rûxiyane. Di dema van êrîşan de hêzên ewlekariyê bi dengekî bilind strana "Olurum Turkiye" gotine, tekbîrên "Allah û Ekber" anîne û bi dengekî bilind ê hemû welatiyan dibihîstin re gefên mirinê li welatiyan xwarin. Ev yek bi vegotinên şahidan tespît bûye.
Tevî ku welatiyên sivîl gotine 'guleyan bernedin li vê derê sivîl hene' jî hêzên ewlekariyê guh nedane wan û gule li derdorê reşandine.
Tirs û fikara bi veguhastina leşker û polîsan a nîvê şevê re derket holê, bû sedem ku welatî navçeyê biterikînin.
Heyeta me tespît kiriye ku hêzên ewlekariyê yên operasyon plan kirine û tevlî operasyonê bûne, mafê jiyanê neparastine û bi bikaranîna hêzeke zêde mafê jiyanê yê welatiyan binpê kirine."
DAXWAZ
Di raporê de ev pêşniyar hatin kirin:
"Heyeta me, van êrîşên rê li ber binpêkirina giran a mafên mirovan vekiriye, bi tundî şermezar dike. Ji bo ronîkirina bûyeran ji her alî ve û aşkerakirina armanca wê dixwaze, lêpirsîneke bi bandor were meşandin.
Der heqê hêzên ewlekariğyê yên êrîşî gel kirine, gef li gel xwarine, divê tavilê lêpirsînên edlî û îdarî werin destpêkirin û di vê dema lêpirsînê de jî personel û amîrên wan ên pêwendîdar ji wezîfeyê werin dûerxistin.
Girîng e Walîtiya Amedê komîsyonek ji bo tespîtkirina zerarên di dema vê operasyonê de li welatiyan bûye ava bike û bersiv ji mexdûriyeta madî û manewî ya welatiyan re bê dayîn.
Di dema operasyon û bûyerên li Farqînê de tespît bûye ku hemû qenalên ragihandinê telefon, înterhet hwd.) bêyî biryara dadgeriyê hatine birîn. Bi vê yekê re mafê wergirtina agahiyan ê welatiyên li derveyî Farqînê, hatiye binpêkirin. Der heqê kes an jî saziyên rê li ber vê yekê vekirine de divê lêpirsînên edlî û îdarî werin destpêkirin.
Ji bo pêşî li bûyerên gengaz were girtin, pêwîst e bi saziyên Mulkî yên Xwecihî, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên li navçeyê re diyalog were kirin.
Heyeta me ji aliyê giştî ve balê dikişîne ser pêvajoya şer û zêdebûna binpêkirina mafê jiyanê. Ji ber vê yekê divê hikûmet tavilê dest ji polîtîkayên xwe yên ewlekariyê berde, ji nû ve li rewşa agirbestê, pêvajoya diyalog û muzakereyê vegere."