HDP'ê karesata li Hopa xist rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP'ê Olûç, karesata lehiyê ya li Hopayê rû da xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê Olûç, karesata lehiyê ya li Hopayê rû da xist rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Sarûha Olûç, der barê karesata lehiyê ya li navçeya Artvîn Hopayê de, ku herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.
Çend ji pirsên Olûç bersiva wan ji ji Davûtoglû xwest, bi vî rengî ye:
"Sedemên karesata li Hopayê, li gorî we çi ye? Kîjan biryaran rê li ber vê encamê vekirine? Berpirsyarên emelî û siyasî yên karesatê, kî ne?
Li gorî we, polîtîkayên şaş ên weke bajarvaniya bê plan û çêkirina HES'an di vê karesatê de rola xwe heye?
Hûn difikirin ku li hemberî rêveberên herêmî yên rexneyên li ser kêmaniya cihokên avê, li ber çavan negirtin, bikevin nava hewldaneke qanûnî?
'Hêza dewletê' ya di cih de derket pêşberiya Metîn Lokûmcû, çima di dema karesatê û piştî wê de bi têrkerî dest li rewşê werneda?
Piştî van hemûyan, hûn difikrin ku projeya 'Rêya Kesk' a li Derya Reş hînê dewam bikin?
Piştî karesata rû da, ji bo tespîtkirina zerara mexdûrên lehiyê û pêşwazîkirina zeraran, we çi kirin?"