Heyeta HDP’ê li Hopayê lêkolînan dike

Hevşaredarên Îdir, Agirî û Dîgor li gel heyeta HDP’ê ya li Hopayê lêkolînan dike cih girtin.

Hevşaredarên Îdir, Agirî û Dîgor li gel heyeta HDP’ê ya li Hopayê lêkolînan dike cih girtin.

Piştî karesata hezaz û lehiyê ya li Hopa û derdora wê xebatên lêgerîn û rizgarkirina 2 kesan bi dawî bû.

Bi “Însiyatîfa Piştevaniya Sivîl” a li herêmê hat avakirin, ji bo pirsgirêk û pêdiviyên gel bên çareserkirin ku xebat didomin, rayedarên hikûmetê piştî sozan bi helîkopteran navçe terk kirin.

Heyeta navend a HDP’ê ya di nav însiyatîfê de cih digire îro hat Hopayê.

Heyeta ku ji parlamenterên HDP’ê Beyza Ustun û Garo Paylan, endama DRN a HDP’ê Hatîce Altinişik û kedkarên tenduristiyê pêk dihat, Hevşaredarê Îdirê Mûrat Yîkît, Hevşaredara Agirî Mûkaddes Kûbîlay û Hevşaredarê Dîgorê Ekrem Bîrgul li gel wan cih girtin.

Heyetê destpêkê agahî ji Însiyatîfê stand û piştre jî gund û taxên zerar dîtine geriyan.

Ji ber barana zêde tehlûkeya hezaz û lehiyek nû ya di dema serdanê de lêkolîn di nîvî de hatin hiştin û vegeriyan navenda navçeyê.

Heyeta HDP’ê tevlî merasîma cenazeyê Sabrî Acibadem ê li gundê Yeşîlkoy jiyana xwe ji dest da, bû û sersaxî ji malbatê re xwest.

Îro di nava kesên ku serdana navçeyê kirin rêveberên HDP’ê yên bajêr ên Trabzon û Rîzeyê û Hevserokê Giştî ODP’ê Alper Taş, Hevserokê Giştî yê Halkevlerî Oya Ersoy û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglû jî cih girt.