Tuzel, wê di hikûmeta demkî de cih negire

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel ê ji bo hikûmeta demkî teklîfa wezîrtiyê jêre hat şandin got: “Demkî jî be em rast nabînin di vê hikûmetê de cih bigirin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel ê ji bo hikûmeta demkî teklîfa wezîrtiyê jêre hat şandin got: “Demkî jî be em rast nabînin di vê hikûmetê de cih bigirin. Me ev nêrîn bi rêveberiya partiyê ya HDP’ê parve kir. Em ê di nav dema wê de ji Birêz Serokkomar re ragihînin ku em vê wezîfeyê qebûl nakin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel derbarê teklîfa ji bo wezaretê ya ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Ahmet Davûtoglû ku ji aliyê Serokkomar Erdogan ve ji bo avakirina hikûmeta hilbijartinê hat wezîfedarkirin, li Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kiru wî teklîf qebûl nekiriye. Tuzel got ku her tişt di çarçoveya îradeya Serokwezîr û Serokkomar de tê meşandin û wiha dewam kir, “Pir aşkera ye ku hikûmeta hilbijartinê ya dixwazin em tevlî bibin wê dewama vê fonksiyonê be. Hem şerê li hemberî gel tê meşandin û hem jî dewamkirina gotinên nefretê wê gelên welat negihîne aramiyê, ji xwe ev yek jî nîşan dide ku wê ev hikûmet di kîjan xetê de karê xwe bimeşîne. Karkirina di hikûmeta ku bê avakirin de wê dîsa ev be. Bi hemû cure dek û dolaban dixwazin xwe bigihînin encamên ku dixwazin. Ev yek ji siberoja me û jiyana me ya hevpar dide windakirin. Fikara EMEP’ê jî ev e.”

Tuzel anî ziman ku AKP'ê li hember hêzên aştiyê dixwazin şer daye destpêkirin û wiha dewam kir: "Wek egera hurmeteke biçûk jî navên wê pêşniyar bikin ji rêveberiya partiyan pirs nekirin. Serokwezîr bi gotina, ‘rayeya min a destûra bingehîn e’ xwe ji nav derdixe. Wek EMEP ma ev polîtîka ti carî qebûl nekir. Ev hêzên em pêkhateyên wê ne ev ferzkirin û entrîka qebûl nekirin. Me xwe spart gel me piştgirî ji gel girt û em têkoşiyan. Ji niha û pê ve jî wê ev pêvajo wiha bidome. Demkî jî be em rast nabînin di vê hikûmetê de cih bigirin. Me ev nêrîn bi rêveberiya partiyê ya HDP’ê parve kir. Em ê di nav dema wê de ji Birêz Serokkomar re ragihînin ku em vê wezîfeyê qebûl nakin.”