Bloka demokrasiyê - Cemîl Bayik
"Divê bloka demokrasiyê Geziyê û pêngava roja me ya xwerêveberiyê bigihîne hev. Di vê blokê de tevî HDP'ê CHP jî dikare cih bigire. Hemû partiyên çep, sosyalîst, Elewî û hemû bindest dikarin cih bigirin."
"Divê bloka demokrasiyê Geziyê û pêngava roja me ya xwerêveberiyê bigihîne hev. Di vê blokê de tevî HDP'ê CHP jî dikare cih bigire. Hemû partiyên çep, sosyalîst, Elewî û hemû bindest dikarin cih bigirin."
Tirkiye bi belaya tîpê nû yê dîktator re rû bi rû ye. Kesayeta Tayyîp Erdogan tam a dîktatoriya Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn li kû derê sîstemeke serokatiyê heye, li wir dîktatorî jî heye. Li hemû welatên li Rojhilata Navîn bi serokatiyê tên rêveberin di dawiyê de dikevin nava kaos û şerê navxweyî. Wezîrê Tenduristiyê yê AKP'î Mehmet Muezzînoglu gotiye pirsgirêk ji ber tinebûna sîstema serokatiyê derdikevin. Lê belê diyar e li aqûbeta welatên li derdora wî bi serokatiyê tên rêvebirin mêze nekiriye. Eger nexşeya herêmê danîba ber xwe wê bidîta ka sîstema serokatiyê çi aniye serê welatên Rojhilata Navîn. Berevajî vê yekê eger hêna Tirkiye mîna dewletên din ên Rojhilata Navîn negihiştibê qonaxa parçebûnê sedema vê yekê ew e ku Erdogan serokatiya dixwest bidest nexist e. Erdogan ê hêna ne bûye serok Tirkiye anî vê rewşê, di rewşa ku bibe serok de wê şerê li dij Kurdan û hêzên demokrasiyê bi şêwazekê dijwartir berfireh bike û rêveberiya roja me ya otorîter bixista bin ewlekariya destûra bingehîn û yasayan.
Erdogan dixwest bi sazkirina sîstema serokatiyê li Tirkiyeyê guhertina rejîmê pêk bîne. Bêguman berjewendiyê partiyê û xirsa takekesî heye. Lê belê eger daxwaza guherîna sîstemê tevî encamên wê jî were nirxandin wê watedar bibe. Erdogan dixwaze Tirkiyeyê wergerîne dewleteke hegemonîk, otorîter û faşîst. Difikire ku bi bûyîna dewleteke bi hêz ew ê karibe li Rojhilata Navîn hakîmiyet û bandora xwe zêde bike. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê di serî de Kurd dixwaze hêza demokratîk a gelên Tirkiyeyê tasfiye bike. Dijminatiya Geziyê dike; Elewiyan sucdar dike, li dij Tevgera azadiya Kurd êrîşên tasfiyeyê dan destpêkirin. Ji ber vê yekê divê yên demokratîkbûnê dixwazin, hemû civak û hezên sosyalîst ên dixwazin pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk çareser bikin û Tevgera Azadiya Kurd divê van hesabên bêyom ên Tayyîp Erdogan cidî bigirin dest.
Rêya astengkirina van emelên Erdogan, afirandina bloka demokrasiyê û li ser heman bingehî xistina tevgerê ya civak û komên civakî ye. Bi şoreşeke demokratîk a Tirkiyeyê demokratîze bike dikare rê li van emelên AKP'ê bê girtin. Hilbijartinên 7'ê Hezîranê nîşan dan ku ne mimkune bi hilbijartinan rê li ber AKP'ê bê girtin. Erdogan mîna hemû dîktatoran hegemonîk û otorîter e; naxwaze bi hilbijartinê desthilatdariya xwe ji dest bide. Erdogan bi hilbijartinê hat lê naxwaze bi hilbijartinê biçe. An jî mîna hemû dîktatorên din dixwaze hilbijartinê wergerîne lîstikeke ku tenê ew bi ser bikevin. Ji ber vê yekê encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê xezm nekirin, qebûl nekirin û biryara hilbijartineke nû dan. Beyî ceribandina hikûmetekê çûyîna hilbijartinê ji bo vê yekê ye.
Ji ber vê yekê afirandina blokekeke demokrasiyê girîng e. Ev, di heman demê de wê bibe bloka aştiyê ya li dij şer derdikeve. Bê guman ev blok ji bo demokratîzekirina Tirkiyeyê û di serî de pirsgirêka Kurd li ser bingehê çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bloka aştiyê ye. Heta bloka aştiyê ya demokratîzekirina Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nexe rojeva xwe wê tine bibe û bloka aştiyê jî pêk nayê.
Hemû hêzên siyasî yên Tirkiyeyê divê muxelefeteke siyasî pêk bînin. Ev ne tiştekî ku bi hevkariya hilbijartinê an bi hilbijartinekê pêk were ye. Bi vê nêzîkatiyê ti kes nikare Erdogan û AKP'ê ji hedefên dane ber xwe vegerîne. Heta Erdogan û AKP di vê zihniyetê de bin ji bilî hilbijartina ku AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdar ti hilbijartin pêk nayên. Pratîka AKP'ê ya berî û piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û pratîka Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya 6-7 mehan vê rastiyê radixe ber çavan.
Bila kes xwe nexapîne, ji AKP'ê helwestek û nêzîkatiyeke demokratîk nayê payîn. Erdogan û AKP hilbijartineke demokratîk pêk nayînin. AKP ji xwe re demokrat, ji xwe re Misilman e. Li dij her rewşa ku berjewendiyê wê tine ne re despot û otorîter e. Çend mehên dawî ev yek piştrast kir. Bi ti awayî li ber çavan negirtina encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê û ji nedîtî ve hatina yasa û teamûlan ji vê yekê pêde tê çi wateyê? Di rewşa ku AKP yasa û teamûlan li ber çavan nagire, wê demê tenê bi bloka demokratîkbûnê û têkoşîna bi vî rengî AKP û Erdogan dikarin werin rawestandin. Tenê bi têkoşîna rêxistinkirî û mudaxeleya civakê ya ji bo siyasetê dikare bihêle ji yasa û teamûlan re rêzdar bin. Çûyîna bi hilbijartineke din a yê ku hilbijartina tê de têk çû tine dihesibîne gelo ne xeyal e? Tenê dema bi ser ket wê hilbijartinê qebûl bike. Ji xwe eger di rewşeke wiha de biçe hilbijartinan kî dikare bêje ku ew hilbijartin wê adil, wekhev û di rewşeke demokratîk de pêk were. Divê her kes ji xwe bipirse; di rewşa şer a ewqasî dijwar de wê hilbijartin çawa pêk were? Li her derê Tirkiyeyê ji niha de mitîngên li dij HDP'ê tên lidarxistin. Tê gotin ku li Kurdistanê wê di hilbijartinê de serî li zext û hîleyan bidin. Propogandaya, "HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi zorê deng standin; ji ber vê yekê li Kurdistanê dengê xwe bilind kirin" dimeşînin. Vê yekê mîna hinceta li Kurdistanê di hilbijartinan de pêkanîna hîle û zêdekiran zextên li ser gel derdixin pêş.
Di rewşa ku li Îdirê ji didoyan dido, li Qersê 2 parlementer hatin bidestxistin de çima li Botan, Mêrdîn, Wan û gelek navçeyan rêjeya dengê HDP'ê ne ji sedî 90 be? Li cihên ku bi giştî ji sedî 90 hate stendin de bê guman di hin sindoqan de wê ji sedî sed jî deng derkevin. Wergerandina vê rewşê ya mîna ku bi zorê dengan distînin, tê wateya ku ji bo vê yekê asteng bikin wê zextê bimeşînin.
Eger li tu yasa û teamulan guhdar nake, zext û zilma xwe zêdetir dike gelo li dij vê yekê mîna ku gelê Kurd xweseriya demokratîk îlan kir li tevahiya Tirkiyeyê jî gelo pêngaveke siyaseta demokratîk ne pêwist e? Îlanên xwerêveberiyê pêngaveke demokratîkbûnê ye. Ji ber vê yekê jî Kurd bûne endamên herî aktîf ê pêngava bloka demokratîkbûnê.
Divê bloka demokrasiyê Geziyê û pêngava roja me ya xwerêveberiyê bigihîne hev. Di vê blokê de tevî HDP'ê CHP jî dikare cih bigire. Hemû partiyên çep, sosyalîst, Elewî û hemû bindest dikarin cih bigirin. Ev ne hevkariyeke hilbijartinê ye; li derdora blokekê komkirina hemû dinamîkên demokratîkbûna Tirkiyeyê û li bi bernameyeke hevbeş xistina nava têkoşîna demokrasiyê ye. Li Tirkiyeyê mercên demokratîkbûnê guncav in. Ger têkoşineke rast were dayin wê Tirkiyeyeke demoratîk were afirandin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat