'Ji bo aştiyek mayînde pêwîst e tecrîda li ser Ocalan rabe'

Li navçeya Kerboranê, ‘qedexeya kolanan’ û komkujiyên AKP’ê hatin protestokirin.

Di pêşengiya DBP’e û HDP’ê li navçeya Kerboran a Mêrdînê “qedexeyên kolanan” hatin protestokirin. DBP’e û HDP’yî, rêveberên MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û xebatkarên Navenda Çîçek a Jinan tevlî çalakiya li pêşiya avahiya rêxistina navçeyê bûn. Li ser navê komê Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Hatîce Gevcan axivî û bal kişand ku daxwaza gelê Kurd aştî, çareserî û demokrasî ye, AKP’e jî konsepta xwe ya şer didomîne.

AKP HAT HIŞYARKIRIN

Gevcan AKP’e hişyar kir got: “Rêya we ne ti rê ye. Polîtîkayên niha hûn dişopînin ji derveyî bingeha atmosfera aloziyê ti tiştekî din amade nake. Bi rêbazên berê ku gelek caran hatiye bikaranîn encamên cuda bidestxistin ne mimkun e.”

'LI HEMBER HOVÎTIYÊ BÊDENG NEMÎNIN’

Gevcan ji bo atmosferek aştiyek mayînde pêk were xwest ku tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û ‘pêvajoya çareseriyê’ bê domandin. Gevcan wiha axivî: “Welat ji atmosferek şer zêdetir ji bo bicihanîna pêdiviyên welatiyên xwe pêwîstiya xwe bi destûrek bingehîn a ku aştî û azadiya ber çavan digire heye. Rêbazên şer wê ji civake re zêdetir xwîn, rondik û ji dayikan re êşê bîne. Ji bo ev polîtîka bi dawî bibe, divê tevahî beşên civakê dengê xwe bilind bikin. Pêwîst e her kes deng bide navçeyên Farqîn, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê. Li Nisêbînê qedexeya kolanan hê jî didome. Dewlet, mafê herî xwezayî yê gel, mafê jiyanê binpê dike. Bi van qedexeyan her roj mirovên me yên sivîl tên qetilkirin. Ji bo zêdetir mirin çênebin, divê tavilê qedexeya li ser Nisêbînê bê rakirin. Li hember van polîtîkayên zextê, komkujer û qirêj ên AKP’ê, gelê Kerboranê divê li hember hovîtiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bêdeng nemîne.”

Di çalakiyê de komkujiya DAIŞ’ê ya li Parîsê jî hat şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Farqînê”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bijî Berxwedana Nisêbînê” û “Bijî Berxwedana Kerboranê” bi dawî bû.