KGM azadkirina Şengalê pîroz kir, komkujiya Parîsê şermezar kir

Kongreya Gel a Mezopotamyayê (KGM), der barê azadkirina Şengalê û êrîşên li Fransa, Beyrûd û Farqînê de daxuyaniyek da.

Kongreya Gel a Mezopotamyayê (KGM), der barê azadkirina Şengalê û êrîşên li Fransa, Beyrûd û Farqînê de daxuyaniyek da û got, "Li Başûrê Kurdistanê, li dijî her şêwe neheqî, zext û komkujiyên li hemberî gelan, şoreşgerên PKK'yî bi fedekariyeke mezin şer kirin. Lewma em van şervanên şoreşger, ji ber fedekarî û lehengiya xwe, pîroz dikin."

Kongreya Gel a Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke nivîskî, azadkirina Şengalê pîroz kir. Kongreyê, şervanên HPG/YJA Star, YBŞ, YPJ û YPG ên sal û nîveke bi fedekarî û berxwedaneke dîrokî re têdikoş in silav kir û got, "Vîna demokratîk a ji kantonên li herêmên cuda yên Sûriyeyê derket holê, bandoreke girîng li Başûrê Kurdistanê kir. Azadkirina Şengalê, ji bo birêxisitnkirina civaka li wir, bicihkirina deşmokrasiyê û rêvebirina xwe bi xwe ya Êzidiyan, rewşeke girîng e. Ev yek wê ji Asûrî-Suryanî-Keldanî û gelên din ên li herêmê dijîn re jî bibe formulek."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku yên di dema dagirkirina Şengalê, di dema qetilkirina Êzidiyan û firotina jinan li bazarên koleyan de fîşekek bi tenê jî neteqandin û Şengal terikandin, îro bi derfetên desthilatdariyê û medyaya xwe, bêyî li ber xwe bikevin u fedî bikin radibin dibêjin ku wan Şengal azad kirine, ji bilî wan tevkariya ti hêzê nebûye. Kongreyê got, "Ev nêzîkatî nêzîkatiyeke rast nîne. Dema Deşt Nînova hat dagirkirin û gelê Asûrî bi zorê jê hat derxistin, hêzên Başûrê Kurdistanê çi kirin? Yên ku li dijî neheqî, zext û komkujiyên li gelên Başûrê Kurdistanê fedekariya herî mezin kirin, şervanên şoreşger ên PKK'ê ne. Lewma em van şervanên şoreşger, ji ber fedekarî û lehengiya xwe, pîroz dikin. Em cangoriyên di vê têkoşîna dîrokî de jiyaan xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê xedî li têkoşîna wan a civakî derkevin!"

KOMKUJIYA FRANSAYÊ ŞERMEZAR KIR

Di daxuyaniyê de êrîşa namerdî ya li Fransayê, ku bû sedema mirina 150 mirovan û birîndarbûna 350 kesan, bi tundî û nefret hat lenetkirin û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Fransayê re sersaxî hat xwestin.

Kongreya Gelan a Mezopotamyayê diyar kir ku ji vê komkujiyê, dewletên destekê didin çeteyên hov û wan xwedî dikin , berpirsyar in û xwest, ev welat û dewletên destekê didin çeteyan bên tespîtkirin û cezakirin.

Kongreyê ragihand ku heta ev neyê kirin wê êrîşên bi vî rengî li bajarên cuda yên cîhanê rû bidin û got, "Li dijî van kujeran, berxwedana herî mezin a li Sûriyeyê ji aliyê YPG, YPJ û hêzên şoreşger ên gelên din ve tê dayîn. Destekdarê herî mezin ê van çeteyan TC ye, ku ji ber bi DAIŞ'ê re cîranê hev e, qet ne aciz e. Lê belê ji ber ku PYD cîran e gelekî aciz e û her roj gefan dixwe. Gelo DYA, Rûsya, Ewropa û Fransa ya ku yekser bûye hedefa êrîşan, vê nabînin? Eger vê dibînin, çima Tirkiyeya ku çavên xwe li van barbaran digirin, mîna ku qet tişte nebûye, bi malovantiya civîna bilind a G20'an re Tirkiyeyê bi xelat dikin."

'TÊ XWESTIN KU ŞERÊ QIRÊJ BIBIN LUBNANÊ'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên li ser Lubnanê xwedî hesabên polîtîk in, bi destê çeteyên DAIŞ'ê li Beyrûdê komkujiyeke namerdî kirine û hat gotin, "Bi vê komkujiyê re dixwazin şerê qirêt ê mezhebî, bibin welatê Lubnanê." Kongreyê di vir de bal kişand ser berpirsyariya hêzên emperyalîst, hevkarên wan ên herêmî Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê.

Kongreya Gel a Mezopotamyayê bal kişand ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û bibîr xist, ku dema li Farqînê, Nisêbîn û Cizîrê qedexeya derketina derve hebû û terora dewletê dihat meşandin, lîderên G20 li Tirkiyeyê bûn, lê li hemberî van bûyeran gotinek bi tenê ji devê van lîderên cîhanê derneketine.

Kongreyê ragihand ku ev xemsarî dibe sedem ku hêrseke mezin li dijî van welatan derkeve holê û got, "Tirkiye ya ku sîh sal in ji her alî ve destekê ji DYA û YE digire, gelê kurd, gelên din û hêzên demokrasiyê dixwazin qetil dike, gundan dişewitîne, mirovan sirgûn dike. Lê belê ne DYA, ne jî YE li pêşberî vê rewşê tiştek ji bo van gelan nekirine. Gelo cîhan wê van hemûyan nebîne? Wê heta kengî li vê bêdaletî, neheq û barbariya faşîst temaşe bike?

Weke saziyeke gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî radigihînin ku em piştgiriyê didin şoreşgeran û Tevgera Azadiyê ya Kurd ên li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê têdikoş in û vê bangê li DYA û welatên YE dikin: Êdî bes li vê neheqî, komkujî û sirgûnên li ser van gelan tên ferzkirin temaşe bikin, bikevin nava tevgerê."