KJK: Li hemberî DAIŞ’ê û zîhniyeta DAIŞ’ê em têkoşînê pêş bixin
Koordînasyona KJK’ê bang li hemû jinên cîhanê, gelên Tirkiye, hêzên demokratîk û şoreşger kir ku li hember DAIŞ’ê û zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşînê pêş bixin.
Koordînasyona KJK’ê bang li hemû jinên cîhanê, gelên Tirkiye, hêzên demokratîk û şoreşger kir ku li hember DAIŞ’ê û zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşînê pêş bixin.
Koordînasyoma KJK’ê bang li tevahî jinên cîhanê, gelên Tirkiye, hêzên demokratîk û şoreşger kir hêz bidin berxwedana jinan a bi ruhê Kobanê li Şengal, Farqîn, Cizîrê, Geverê li hember her cure nîjadperestî, cinsiyetperestî û êrîşên li dijî mirovatiyê. Koordînasyona KJK’ê bang kir ku li hember DAIŞ’ê û zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşînê pêş bixin.
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku komkujiyên pergal bi DAIŞ’ê re pêş bixe êdî li ber çavên mirovatiyê bi barbariyeke xeternak pêş ketiye û got: “Pirsûs-Enqere û herî dawî li Parîsê komkujiyên rû dan nîşan dide ku em di rojên ku wê tevayî mirovatî dest bide hevdu û di têkoşîna hevpar a mirovatiyê de bê cem hev re derbas dibin. Em her cure êrîşên barbariyê û piştevanên wan lanet dikin.”
KJK’ê got ku 3. Şerê Cîhanê li hember mirovatiyê bi destê DAIŞ’ê û hêzên li pişt tê pêşxistin û wiha dewam kir. “Di serî de şexsê dewleta Tirk û Erdogan de hikûmeta AKP’ê ji bo hegemonyaya xwe her cure barbarî da ber çavan DAIŞ hem li hember gelê Kurd Têkoşîna Demokrasiyê û niha jî li hember mirovatiya cîhanê wek tehdîdekê bikar tîne.
Dewleta Tirk ti carî li hember DAIŞ’ê têkoşîn nekir, timî li hember hêzên li dijî DAIŞ’ê têkoşîn kirin aşkera û veşartî şer kir. Dewleta Tirk niha li hember hêzên demokrasiyê şerê herî mezin û dawî dide. Tayyîp Erdogan êvara ku got, “Wê cîhan me fêm bike”, li Parîsê li mirovatiyê dan. Di asta navneteweyî de niha yê herî zêde li hember têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de dibe asteng dewleta Tirk û AKP ye.”
‘MIROVATIYÊ LI HEMBER DAIŞ’Ê RUHÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞINÊ DÎT’
KJK’ê destnîşan kir ku mirovatiyê li hember DAIŞ’ê ruhê berxwedan û têkoşînê dîtiye, serketina Kobanê li hember tarîtiya DAIŞ’ê ji bo tevahî mirovatiyê bûye ronahiyek û hêvî ava kiriye. KJK’ê diyar kir ku di roja me de ruhê berxwedanê yê Kobanê di serî de li Cizîrê, Farqînê, Amedê, Silopiyayê, Gever û Nisêbînê, hema hema li tevahî bajarên Kurdistanê tê jiyîn.
KJK’ê wiha dewam kir: “Li hember têkoşîna gelê me ya demokrasî û xwerêveberiyê, şerekî bi hovîtiya DAIŞ’ê yê derveyî mirovatiyê hat meşandin, tê pêşxistin. Çeteyên DAIŞ’ê li hember gelê me dan êrîşkirin. Ev şera li hember kê ye? AKP’e di şerê xwe yê li hember gelê Kurd bi DAIŞ’ê re hevparî kir, êrîşên xwe yên heman nîjadperestiyê, yên derveyî olê ser navê olê her cure zalim û cinsiyetperest zêdetir kir. Li ber çavên mirovatiyê êrîşên tarza Kobanê hê jî didome. Komkujiyên jinan bi destê dewletê her diçe zêdetir dibe. Jin bi rêbazên gelekî wehşî û hovî li her derê dibin hedef. Ev di serî de şerekî li hember jinê ye. Ev li hember sekna jina Kurd a azad a ku li Kobanê DAIŞ têk bir, şerek e. Tolhildana têkçûyina Kobanê, bi êrîş û êşên derveyî mirovatiyê yên li hember dayikên me dixin meriyetê. Herî zêde dilên dayikan dişewitînin. Li ber çavên dayikên hestiyên zarokên xwe dîtine û spartine axê, gorên wan tên bomberdûman dikin. Pêwîst e cîhan êşa dilê dayika cenazeyê pitika xwe ya 35 rojî xist sarincê û li ber sekinî fêm bike. Di roja me de li Kurdistan ne yek, bi dehan Kobanê tên jiyîn.Her roj li bajarên me di bin navê “têkoşîna bi terorê’ bombe dibarin, tên xerakirin, dorpêçkirin; bi êrîşên hov ên dewleta AKP’ê, Kurdan her rojê DAIŞ dît û her rojê jî li ber xwe da. Li hember her cure zîhniyeta yekperest, netewe-dewletperest, cînsiyetperest û şerê qirêj, gelê Kurd têkoşîna xwe ya demokrasiyê bilindtir dike. Tevî ku çareseriya demokratîk yekane çare ye, bi hesabên desthilatiya rojane û qirêj ji bo berjewendiyên komek biçûk hewl didin îrade û têkoşîna çareseriyê ya gelekî bişkînin.”
JI JINAN RE LI HEMBER DAIŞ’Ê BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ
KJK’ê diyar kir ku di vê pêvajoyê pêngava azadiyê ya li Şengalê hatiye avêtin, qismî be jî ji bo gelan û jinan bûye çavkaniya kêfxweşiyê û wiha berdewam kir:
“Pêşengiya YJA Star û Yekîneyên Parastina Jin ên Şengalê di operasyona azadkirinê de bûne bersiv û dengê herî watedar ên gihiştina jinê, ên bi jinan re hatina gel hev. Di serî de Yekîneyên Parastina Jin ên Şengalê, hêza YJA Star, HPG, YBŞ û tevahî hêzên Kurd ên tevlî operasyonê bûne, em pîroz dikin. Rêya avakirina jiyana azad û demokratîk a gelê Êzîdî heta dawiyê hatiye vekirin. Bi pêşxistina xweparastin û xwerêveberiya xwe wê ti carî destûra êrîşên paşverû-faşîst nede. Tecrûbeya têkoşîna gelê Kurd a li hember DAIŞ’ê nîşan daye ku ti teknîk, ti çekên herî pêşketî nikare xwe li hember îradeya azadî û demokrasiya gelan û jinan bigire. Vê operasyonê aşkera kiriye ku êdî jinên Êzîdî ne bêçare ne. Bersiva jinan wê êdî li her derê ev be. Li hember hovîtî, şîdetê; pêşketina têkoşîn û parastina azadiya jin tenê wê birînan bipêçe. Li dijî komkujiya her cure hêzên wehş û hov, wê jin li her derê bi ruhê Kobanê li ber xwe bide. Jinên Kurd ên Êzîdî û hêza xweparastinê wê bibe hêza pêşeng a jiyana demokratîk û azad. Berjewendiyên partiyan ên teng, nêzîkatiyên eşîretperest-malbatperest ên hegemon sedema esasî ya vê pêngavê dereng dixe ye. Ji niha û şûn ve, ji bo li her derê nirxên gelan û mirovatiyê biparêzin wê jinên Kurd li her derê welat di nobed û eniyên têkoşînê de cih bigire.25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li hember Jinê nêz dibe, hê zelaltir tê dîtin ku xetariya esasî DAIŞ û zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Lewre têkoşîna azadî û hebûna jinê wê li her derê bi ruh û sekna Kobanê pêş bikeve. Em bang li tevahî jinên cîhanê, gelên Tirkiyeyê, hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku bi ruhê Kobanê hêza xwe tevlî heza jinên Şengalê, Farqînê, Cizîrê, Geverê ku li hember êrîşên nîjadperest, cinsiyetperest û derveyî mirovatiyê li ber xwe didin, bikin û li hember DAIŞ û zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”