Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

HDP'ê ji bo betalkirina hilbijartinê serî li YSK da

HDP'ê ji bo betalkirina betalkirina hilbijartinên 1'ê Mijdarê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo betalkirina Hilbijartinên Giştî yên Parlamenteriyê yên Serdema 26. ên di 1'ê Mijdara 2015'an de hat lidarxistin, serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da.

Di daxwaznameyê de hat ragihandin ku hilbijartin li dijî pîvanên 'serbestî' û 'wekheviyê' pêk hatine, lewma ne rewa ne.

Hat destnîşankirin ku Serokkomar û Hikûmeta Hilbijartinê mora xwe danîne binê nelirêtiyeke mezin a hilbijartinê û hat gotin, "Di vê çarçoveyê de, ji bo ev rewş li nava rûpelên dîrokê bê qeydkirin, partiya me biryar daye serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind bide û bixwaze ku hilbijartin bê betalkirin."

Di daxwaznameyê de, der barê binpêkirina pîvana durustiyê de ev mînak hatin dayîn:

"Zext û zordariya li ser çapemeniya azad, binpêkirina weşanê,

Nêzîkatiyên Serokkomar ên li dijî pîvana bêalîtiyê û binpêkirina pîvana durustiyê,

Êrîş û çalakiyên şîdetê yên li hemberî partiya me,

Li bajar, navçe û bajarokên di asteke bilind de ji partiya me re deng hatibû dayîn, bi çavtirsandinê re kêmbûna tevlîbûna hilbijêran li dengdayînê."