Pûtîn: Di nava G-20'an de welatên destekê didin DAIŞ'ê hene
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di civîna bilind a G-20'an a li Antalyayê de nerazîbûn nîşanî welatên destekê didin DAIŞ'ê da.

Pûtîn got, "Bi agahiyên di destê xwe de min li ser hêzên alîkariya fînansî didin DAIŞ'ê de, mînak da. Ev pere ji 40 welatan tê. Di nava van de welatên endamê G-20'an jî hene."
Pûtîn navê van welatan bi awayekî vekirî bilêv nekir, lê belê bala her kesî çû ser Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê. Ev her du welat bi destekkirina komên li Sûriyeyê sûcê li dijî mirovahiyê dikin, tên sûcdarkirin.
Pûtîn di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pêşîgirtina li firotina petrola derveyî qanûnî. Serokdewletê Rûsyayê got, "Min gelek wêneyên ku ji fezayê û balafiran hatine kişandin, nîşanî hevkarên xwe da. Ev wêne asta firotina petrola derveyî qanûnî ji aliyê DAIŞ'ê ve, xuya dike."
Weke ku tê zanîn, mijara bazirganiya petrolê ya di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de beriya niha ketibû rojevê û di vî warî de hin dîmen hatibûn weşandin.
Pûtîn da xuyakirin ku divê hewldanên navneteweyî yên li dijî DAIŞ'ê bibin yek û got, "Pêwîstiya me bi desteka DYA, welatên Ewropa, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Îranê heye."