Obama li dij Tirkiyeyê derket
Serokê DYA Obama di roja dawî ya civîna G-20 a li Antalyayê de civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de nîqaşên li ser 'herêma ewle' yan jî 'herêma ji firînê re qedexe' ne kêrhatî ne.
Serokê DYA Obama di roja dawî ya civîna G-20 a li Antalyayê de civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de nîqaşên li ser 'herêma ewle' yan jî 'herêma ji firînê re qedexe' ne kêrhatî ne.
Serokê DYA Barack Obama di roja dawî ya civîna bilind a G-20 a li Antalyayê de civîneke çapemeniyê lidar xist.
Obama got, "Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de me biryar dan ku 'herêma ewle yan jî ji firînê re qedexe' kêrhatî nîne" û anî ziman ku ji bo avakirina herêmeke bi vî rengî pêwîstî bi operasyona li qadê heye.
Obama der barê nêrîna şandina leşkerên DYA ji bo herêmê jî got, "Ne tenê ez, şêwirmendên min ên sivîl û leşkerî jî di wê baweriyê de ne, ku ev yek wê şaşîtiyek be. Ez nabêjim ku artêşa me nikare bikeve Mûsil, Reqqa yan jî Ramadî û bi awayekî demkî herêman ji DAIŞ'ê paqij nake. Ez dibêjim, ya ku me beriya niha dît, dibe ku em careke din bibînin."
Obama ragihand ku li hemberî DAIŞ'ê stratejiyeke wan a leşkerî heye û got, "Bi êrîşa hewayî re em dixwazin zextê li DAIŞ'ê bikin. Em alîkariyê didin qadê, perwerdeyê dikin. Ji bo qutkirina fînansmana DAIŞ'ê xebatên me hene. Ji aliyê leşkerî ve em hewl didin xebatên xwe zêdetir bikin. Divê stratejiyek karibe bê domandin. Stratejiya me, hedefgirtina DAIŞ'ê, kêm kirina kapîsteya wê û destekkirina hêzên Sûriyeyî, Iraqî û Kurd e. Stratejiya ku divê em bişopînin ev e. Ev şerekî konvansiyonel nîne. Divê em têkoşîna li dijî terorê bidomînin. Divê axa di destê DAIŞ'ê de jê bê stendin û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bê qedandin."
Obama ji bo 'herêma ewle yan jî ji firînê re qedexe' got, "Me biryar dan ku herêmeke bi vî rengî wê kêrhatî nebe."
Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo projeya 'herêma ewle' ya behsa wê tê kirin gotibû, "Niha red dikin, lê wê sibe qebûl bikin."