Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar diyar kir ku piştî 1'ê Mijdarê AKP'ê di mijara sîstema serokatiyê de mewziyek bi dest xistiye û destnîşan kir, ku divê hemû hêzên xwe çep-sosyalîst dibînin, pirsa 'çima em nikarin bibin desthilatdar?' li xwe bikin.
Zanyarê siyasetê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar, ji ANF'ê re axivî. Sancar da xuyakirin piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê li welêt nîqaşên 'rejîm hatiye guhertin' tê kirin, lê belê têgîna rejîmê baş nehatiye nîqaşkirin û vekirin û got, "Girîng e têgîna guhertina rejîmê baş were vekirin. Eger di vir de mebest; hatina sîstema serokatiyê li şûna sîstema parlamenteriyê be, hingî di vê mijarê de AKP'ê li gorî xwe mewziyek bi dest xistiye. Lê belê eger mebest; guhertina vê rejîma antî demokratîk a ne adîl û ne wekhev be, hingî di vir de hînê gelek tişt hene divê were kirin. Têgîna guhertina rejîma rast nayê bikaranîn. Eger mebest nêzbûna AKP'ê li armancên xwe be, ev rast e. Armanca AKP'ê rêveberiyeke yek şexsî ye, ku weke serokatiya bi şêweyê Tirk tê pênasekirin. Sîstemek zordar a ku mûxalefet lê hatiye bêdengkirin û bêbandorkirin. Bi encamên 1'ê Mijdarê de AKP di vî warî de bêhtir bi cesaret bûye. Lê belê divê guhertina vê yekê, bi tenê bi encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê re neyê nirxandin."
'PÊWÎSTE BLOKA MÛXALEFETÊ WERE AVAKIRIN'
Sancar diyar kir ku bicihanîna sîstema li gorî dilê AKP'ê, li gorî rewşa heyî ya meclîsê gelekî zehmet e û ev xal destnîşan kir: "Lê Mûxalefeteke civakî jî heye. Wekî din mûxalefeta rewşenbîr, mûxalefeta demokratan heye. Tevî van hemûyan HDP'yek heye ku bi rêjeya ji sedî 11'an re li parlamentê xwedî komeke xurt e. Blokeke mûxalefeta demokratîk dikare di çarçoveya yekîtiya hêzê ya demokratîk de bê avakirin. HDP weke hêza motorê ya vê yekê, bêguman wê berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne."
'DIBE KU EM LI REWŞEKE NÛ YA ŞER RAST BÊN'
Sancar anî ziman ku tirs û bêhêvîtiya hikûmeta AKP'ê hewl da piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê serdest bike, bandor li civakê kiriye û da zanîn, ku polîtîkayên neteweperestiyê yên AKP'ê bi awayekî cidî tesîr li bingeha MHP'ê kiriye. Sancar got, "AKP'ê niha bi vê stratejiyê re xwe gihandiye encama dixwest. Xuya ye bi vê stratejiyê re ne li bendê bû ku di asta ji sedî 49,5 ê dengan werbigire. Ji bendewariyên xwe zêdetir deng û hejmara kursiyan bi dest xist. Lê belê ev serketin derfetê nade ku daxwazên xwe bi cih bîne. Ji ber ku di binê vê de zemîneke gelekî tenik û xetere heye. Ji bo afirandina vê serketinê wê, li hember hev rabûna li welêt, dijwartir bike. Atmosfereke şer afirandin. Di nava van şert û mercan de ne bawerim ku karibin daxwazên xwe bi cih bînin. Berevajî eger di heman rê de hînê bimeşe, di be ku em li rewşeke nû ya şer a li tevahiya welêt belav bibe, rast bên."
'ÇIMA EM NABIN DESTHILATDAR'
Prof. Dr. Sancar diyar kir ku divê hemû hêzên çep-sosyalîst pirsa 'Em çima nikarin bibin desthilatdar?' li xwe bikin, bi xwînsarî nrixandinekê bikin û wiha pê de çû: "HDP di vî warî de şenseke mezin, derfetke mezin e. Piştî 12'ê Îlonê cara yekê ye di vê astê de dînamîzmeke xurt a civakî, destekeke xurt a civakî hatiye afirandin. Demokrasî, azadî, wekhevî û aştî ji bo nirxên bingehîn ên çepgiriyê, destekeke girîng e. Ji bo ev pêl hîn bêhtir bê mezinkirin, divê em bi hemû demokrat, çep û sosyalîstên li Tirkiyeyê re nirxandinê bikin."
'ÎSTÎKRARA HERÎ MEZIN, AŞTIYA CIVAKÎ YE'
Sancar da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê timî qala îstîkrarê dike û destnîşan kir ku mebesta desthilatdariyê di vê îstîkrarê de, bêdengkirin û bêbandorkirina hemû dengên mûxalîf û bi vî rengî rêvebirina welêt e. Sancar got, "Li aliyê din, di bin nvê ewlekariya cemaweriyê de operasyonên gelekî dijwar û bêrehm dimeşînin. Ya ku li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Farqînê kirin, bi temamî operasyonên li dijî mirovahiyê û li dijî hiqûqê ne. Hiqûqa xwe jî binpê dikn. Guleyan li derdorê direşînin, sivîlan qetil dikin, bajaran dişewitînin. Ne pêkane ku bi vê rêyê 'ewlekariya cemaweriyê' û 'îstîkrara' qala wê dikin bi dest bixin. Lewma ev stratejîk wê hîn bêhtir rê li ber rageşî û şer vekin. Polîtîkayên ku hikûmet niha bi armanca îstîkrarê dimeşîne, dînamîtê dixe binê aştiya civakî. Îstîkrara herî mezin li welatekî daîmîkirina aştiya civakî ye."
'POLÎTÎKAYA DAGIRKIRINA ROJAVA'
Sancar plana Tirkiyeyê ya operasyona leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê bi taybetî jî li hemberî herêma Rojava nirxand û anî ziman ku îmkanên Tirkiyeyê nîne ku operasyoneke bi vî rengî ya bejahî bi tena serê xwe pêk bîne.
Sancar got, "Di vê mijarê de tê zanîn ku dixwaze koalîsyonê, bi taybetî jî Amerîkayê îqna bike. Xuya ye DYA niha ev yek erê nekiriye. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya avakirina herêmeke tampon li Cerablûsê, polîtîkaya dagirkirina Rojava ye. Polîtîkaya tehrîkkirina statuya Kurdan a li Rojava tê avakirin e. Armanca wan bi temamî astengkirina Kurdan e. Qelskirina Kurdan e. Lê belê ev yek ne hêsan e. Eger Tirkiye di polîtîkayeke bi vî rengî de israr bike, hem wê li Sûriyeyê hem jî wê li nava welêt rastî problemên cidî were. Wê were wateya kûrbûn û belavbûna şer. Bi dijminatiya li Kurdên li Rojava re nepêkane ku bi Kurdên li nava Tirkiyeyê re aştiyê pêk bîne."
Sancar da zanîn ku ev yek lîstikeke xetere ye û destnîşan kir ku eger Tirkiye bikeve nava serpêhatiyeke bi vî rengî, wê encam ji bo gelên Tirkiyeyê qet ne baş be. Sancar got, "Ji aliyê yekparebûna welêt ve dibe ku asteke nû ya şer û kaosê, encamên tirsnak derkevin holê."