Heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin wê dayik li Qesra Dolmabahçe di nav çalakiyê de bin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina hewldanên komkujiyê yên li ser gelê Kurd û hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa werin destpêkirin saet ji 13.00'an heta 17.00'an li ber Qesra Dolmabahçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
ANF
STENBOL
duşem, 16 sermawezê 2015, 14:04
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo şermezarkirina hewldanên komkujiyê yên li ser gelê Kurd tê meşandin û hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa werin destpêkirin saet ji 13.00'an heta 17.00'an li ber Qesra Dolmabahçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikan ragihand ku ew ê her roja Duşemê vê çalakiya xwe pêk bînin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li hemberî komkujiyên dewletê ya li ser hemberî daxwaza gelê Kurd a xwerêveberiyê xistine meriyetê û şerê hikûmeta AKP'ê şermezar bikin li ber Qesra Dolmabahçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikê aştiyê pankarta "Dayik wê rê nedin şer" û dowîzên "Dawî li mirinan bînin, dest bi muzakereyê bikin", "Deng bide agirbesta du alî", "Tundiya li hemberî jinan bîrdozî ye xweparastin rewa ye" hilgirtin.
Li ser navê dayikan Behiye Duman axivî. Duman xwest ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa werin destpêkirin û ev tişt anî ziman: "Rewşa aştiyê kirin qurbana serokdewletiya qesrê." Duman anî ziman ku ew ê her roja Duşemê saet ji 13.00'an heta 17.00'an li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin.
Çalakiya rûniştinê ya seat di 13.00'an de destpê kir wê heta 17.00'an bidome.