KCD-E: Dewleta Tirk li dijî gelê Fransayê sûcê şer kiriye
KCD-E: Dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li hemberî gelê Fransayê jî sûcê şer kiriye, lewma dewleteke sûcdar e ku divê li Dîwana Edaletê ya navneteweyî bê darizandin.
KCD-E: Dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li hemberî gelê Fransayê jî sûcê şer kiriye, lewma dewleteke sûcdar e ku divê li Dîwana Edaletê ya navneteweyî bê darizandin.
KCD-E der barê komkujiya li Parîsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Berpirsyarê vê komkujiya ku di 13'ê Mijdarê de li hemberî gelê Fransayê hat kirin û rê li ber qetilkirina bi sedan sivîl û mirovên bêguneh vekir, di heman demê de dewleta Tirk e. Lewma dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li hemberî gelê Fransayê jî sûcê şer kiriye, lewma dewleteke sûcdar e ku divê li Dîwana Edaletê ya navneteweyî bê darizandin."
KCD-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku 13'ê Mijdara 2015'an de wê weke rojeke bi êş û azar di dîroka gelê Fransayê de cih bigire.
KCD-E got, "Gelê Fransayê wê vê roja bi ê ti carî ji bîr neke û yên ku ev êş pê daye kişandin ti carî efû neke. Em êşa gelê Fransayê parve dikin û weke Kurdên li Ewropayê dijîn careke din dixwazin bêjin em li cem gelê Fransayê ne." Hevserokatiya KCD-E da xuyakirin ku qetilkirina 129 mirovên sivîl û bêguneh bi awayekî xwînxwarî, birîndarkirina bi sedan mirovan ne tenê ji bo gelê Fransayê ji bo tevahiya mirovahiyê karesateke mezin û êşeke gelekî giran e.
Hevserokatiya KCD-E di dewama daxuyaniya xwe de ragihand, ku li hemberî vê bûyera tirsnak a kujerên dijminê mirovahiyê, ku di serdemeke ewçend ronî ya dîrokê de xwedî ruh û wijdanekî ewçend tarî ne, nepêkane ku mirov bêdeng bin û ev xal destnîşan kir:
"Lê belê em dixawzin vê yekê destnîşan bikin ku ji van kujeran bêhtir Tirkiye, Qatar, Erebîstana Siûdî û gelek dewlet û hêzên van çeteyan xwedî dikin, mezin dikin û çekan didin, ji vê komkujiya tirsnak berpirsyar in. Lewma girîng e bi dengekî bilind bê xwestin, ku ji van dewlet û hêzan hesap were pirsîn. Ev yek êdî pêwîstiyek e.
Belê, yên ku van kujeran, keriyê kujeran, mehlûqên hov û vanpîran xwedî dikin dewleta Tirk û berpirsyarê sereke Recep Tayyîp Erdogan e. Tirkiyeyê di destpêkê de xwedî kir, dûre mezin kir, piştre li hemberî gelê Kurd li Rojava, Pirsûs, Amed, Enqere û Kobanê da êrîşkirin. Niha jî di berdêla hin tawîzan de bi PKK; PYD, hin tevgerên demokrat, rewşenbîr û welatparêz re di heman astê de dinirxîne û dixwaze li qada navneteweyî bike mijara bazarê. Di destpêkê de xwedî bike, dûre li dijî Kurdan bi kar bîne, niha jî di asta navneteweyî de bi PKK-PYD'ê re di kategoriya 'terorîst' de bike mijara bazariyê. Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku siyaseta 'bi kevirekî re kuştina du çûkan' taktîkeke klasîk a Tirk e.
Xwedîkirina rêxistinên terorîst û bi dewletê navneteweyî re bazarkirina wan, bûye polîtîkaya esasî ya dewleta Tirk. Xwedîkirina DAIŞ'ê û gihandina asta rêxistineke terorîst a dijminê mirovahiyê, encameke vê polîtîkayê ye. Lewma berpirsyarê vê komkujiya ku di 13'ê Mijdarê de li hemberî gelê Fransayê hat kirin û rê li ber qetilkirina bi sedan sivîl û mirovên bêguneh vekir, di heman demê de dewleta Tirk e. Lewma dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li hemberî gelê Fransayê jî sûcê şer kiriye, lewma dewleteke sûcdar e ku divê li Dîwana Edaletê ya navneteweyî bê darizandin. Bi kurtasî dewleta Tirk sûcdar e. Di rewşeke ku destê xwe ketiye xwîna bi sedan mirovan de ye. Ji xwîna bi sedan mirovên li Fransayê hatin qetilkirin, di asta sereke de berpirsyar e. Dewleteke terorîst e ku divê were darizandin û hesap jê bê pirsîn.
Em careke din êşa gelê Fransayê parve dikin û dibêjin ku ji bo gelê Fransayê, gelê Kurd û gelên din êşeke din a bi heman rengî nejîn, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ ên kujer bidomînin."