Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Seyîd Riza û hevalên wî li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Seyîd Riza û hevalên wî li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Mîtîng ji aliyê Komeleya Dijberên Qirkirina Dêrsim 38'an ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn.
Girseya gel bi dirûşma "Qirkirina Dêrsim 38 dewam dike, ji bo gelên me yên hatin qetilkirin tu jî findekê pê bixe" civiya û li ser wate û nirxê rojê axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de tevî posterê mezin ê Seyîd Riza pankarta bi nivîsa "Me Qirkirina Dêrsim 38'an ji bîr nekir, em ê ji bî rnekin!, Em ji ber Qirkirina Dêrsimê edaletê dixwazin!" hatin vekirin. Her wiha li ser erdê bi findan nivîsa "Dêrsim 38" hat nivîsandin û bi qurnefîlan şehîd hatin bîranîn.
Qiserkan di çalakiyê de gotin, "Weke neviyên wan, em hesabê qirkirinê yên li bav û kalên me hat kirin û hînê tê kirin, ji hêzên qirkirinê dipirsin. Jİ bo careke din Dêrsim, Şengal, Helepçe, Enfal rû nedin, di vê 15'ê Mijdarê de di asta herî bilind de em diqîrin. Cenazayê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li ku ne?"
Di axaftinan de ev daxwaz hatin kirin:
"Dewlet bi hemû komkujiyên bi salane li Kurdistanê kiriye, li rû hev bê,
Kurd, Elewî û hemû gelên din bibin xwedî azadiya zimanê dayikê, baweriyan û rêveberiya xweser,
Cihê cenazeyên Seyîd Riza û hevalên wî werin aşkerakirin,
Navê kesên qirkirin kirine tavilê ji Kurdistanê bên rakirin,
Dawî li çêkirina qereqol, kalekol, HES û bendavên ku dewama qirkirina çandî ye bê anîn û sîstema cerdevaniyê were rakirin!"