5 gund û gelek gundik ketin kontrola HSD’ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek herêmên stratejîk ji destê çeteyên DAIŞ’ê derxistin. 5 gund, gelek gundik, rêyeke stratejîk û şîrketek ketin kontrola şervanên HSD’ê.

Li gor ajansa nûçeyan a ANHA, şervanên HSD’ê gundê Heqil Tişrîn ê 22 km dikeve başûr-rojavayê bajarokê Holê, gundê El-Mişêrfê yê 19 km li rojavayê Holê û gundê Ebû Weşaş ku 20 km li rojavayê Holê ye rizgar kirin. Şervanên HSD’ê her wiha şÎrketa El-Celeban a Sînî ku 22 km li başûr-rojavayê tevî hin gundikên ku navên wan nehate zanîn, rizgar kirin.
Şervanên HSD’ê di heman demê li aliyê Hesekê jî operasyona xwe dewam dikin. Şervanan li vê herêmê gundê Fdal ê 9 km û gundê Til Barûd ê 15 km dikevin başûr bajarê Hesekê ji çeteyan rizgar kirin. Çete ev her du gund wekî du navendên stratejîk ji bo xwe bikar dianîn.
Şervanên HSD’ê Rêya Spî (Ebyed) a li başûr Hesekê ku di ber Çiyayê Kizwana re derbas dibe, ji destê çeteyan derxistin. Di vê navberê de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, cenazeyên 5 çeteyan tevî çek û cebilxaneyan ketin destê şervanên HSD’ê. Du çete jî bi saxî hatin girtin.