Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Terora dewletê ya li dijî Farqînê li Goteborgê hat protestokirin

Li bajarê Swêd Goteborgê, terora dewleta Tirk a li hemberî Farqînê hat protestokirin. YNK û Tevgera Goran jî destek dan mîtînga Meclîsa Kurd a Goteborgê.

Li bajarê Swêd Goteborgê, terora dewleta Tirk a li hemberî Farqînê hat protestokirin. YNK û Tevgera Goran jî destek dan mîtînga Meclîsa Kurd a Goteborgê.

Di mîtînga ku bi qasî 100 kes lê amade bûn de, li hemberî AKP û Erdogan dirûşme hatin qîrîn û berxwedana gelê Farqînê hat silavkirin. Di çalakiyê de tim û tim ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme hat qîrîn. Serokê Meclîsa Kurd Alî Agirî li vir peyivî û berxwedana Farqînê silav kir. Agirî destnîşan kir ku dem hatiye gelê Kurd li ser piyan be.

Her wiha, di şexsê cangoriya têkoşîna azadiyê Fatoş Saglamgoz a li Goteborgê jiyana xwe ji dest da, ji bo bîranîna hemû cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, mewlûd hat dayîn.