Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Kurdan qurbaniyên Parîsê li cihê komkujiyê bibîr anîn

Nûnerên Saziyên Kurdan bi destegulên reş li ber salona konserê ya Bataclan bûn, ku di êrîşa li Parîsê de herî zêde mirovan li vê derê jiyana xwe ji dest dan.

Nûnerên Saziyên Kurdan bi destegulên reş li ber salona konserê ya Bataclan bûn, ku di êrîşa li Parîsê de herî zêde mirovan li vê derê jiyana xwe ji dest dan. Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê, bi îmzeya Komîteya Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan du destegulên reş danî ber bendên li pêşiya salona konserê.

Tevî rêveberên Navendên Civaka Demokratîk ên li Evry, Parîs, Normandiya, Vîlleneûve, Vîllîers Le Bel nûnerên saziyên Kurdan û nûnerên Tevgera Jinên Kurd di merasîma bîranînê de amade bûn.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç sersaxî ji civaka Fransayê û hemû gelên li Fransayê dijîn re xwest û banga deqeyeke rêzgirtinê kir. Di merasîma ku çapemeniyê jî eleqeyeke mezin nîşan da de, qisekeran dan xuyakirin ku ew li cem gelê Kurd in.

Kurdistaniyên hatin ber Bataclanê jî, kulîlk danîn ber bendan û bi findan navê Kobanê nivîsandin. Kurdistaniyan kaxizên ji peyamên "gelên Kurd û Fransa li dijî DAIŞ'ê bi hev re têbikoşin" "YPJ, YPG li cem gelê Fransayê ye, sersaxiyê dixwaze", "Gelê Kurd li cem we ye", tevî kulîlkan danîn ber bendan û find pêxistin.

...